Meclîsa Edaleta Jinê ya Hesekê kar û xebatên salekê nirxand 2019-12-20 11:46:15   HESEKÊ - Meclîsa Edaleta Jinê ya Kantona Hesekê kar û xebatê salekê nirxand.    Meclîsa Edaleta Jinê ya Kantona Hesekê (Mala Jinê, Edaleta Jinê, Lihevanîn, Edalet û Dîwana Edaletê) civîna salekê li navenda Kantona Hesekê li dar xistin. Di civînê de Rêveberî û Endamê Meclîsa Edaleta Jinê, Rêvberiya Kongreya Star a kantona Hesekê  Zeyneb Efrîn û Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Şêrîn Oso amade bûn. Civîn ji aliyê  berdevka Meclîsa Edaleta Jinê Gulîzar Ibrahîm û Endama Rêvberiya Meclisa Edaleta Jinê Rêjîn Xelef Salih  hate birêvebirin.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Rapora Salekê ya Meclîsa Edaleta Jinê ji aliyê Endama Rêvberiya Meclîsa Edaleta Jinê Rêjîn Xelef Salih ve hate xwendin. Di raporê de nirxandina salekê ya Rewşa Siyasî, rêxistinî, pilansazî hate xwendin.   Di raporê de hat teqezkirin ku rola jinê di sala 2019’an de di avakirin û çareserkirina pirsgirêkê civakê de rolek pir girîng û pêşketî bû, li hember pirsgirêkên ku rastî jinan dihat Meclîsa Jinê ya Kantona Hesekê xwedî hebûnek cidî bû û di çareserkirina pirsgirêkan de hakim bû. Di raporê de hat xuyakirin ku di nava salekê de 13 jin hatine qetilkirin, 41 pirjinî û 18 keç bi temenê biçûk hatine zewicandin.   Di dawiya civînê de nîqaş li ser kar û xebatê salekê hate kirin. Her wiha bername û pilansaziya sala 2020'an hat nîqaşkirin û biryara mezinkirina asta perwerdekirina civakê di civînê de hat dayîn.