Li Dêrikê şevbihêrka guftûgoyê hat lidarxistin 2019-12-20 09:22:58   QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrî şevbihêrka guftugoyê li ser rewşa siyasî û hevrêziya mala kurd, li bajarê Dêrikê li dar xist.   Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrî şevbihêrka guftugoyê li ser rewşa siyasî û hevrêziya mala kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navenda çand û hunera şehîd Dicle ya bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê li dar xist. Şevbihêrk bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî yên kurd, pêk hat.   Şevbihêrk bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê semîner ji aliyê Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Xebat Mihemed, Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Diyab Hac û Endamê Yekîtiya Partiya Demokrat Nayif Hesen ve hate destpêkirin.   Nîqaşên ku hatiye kirin wiha ye: "Dewleta tirk a dagirker ne tenê êrîşî gelê kurd dike, armanca ew e ku axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe û her pêkhateyên ku yekîtî û wekheviyê bi rê ve dibe, tune bike. Her wiha me dît ku çawa li pêşiya çavên hemû dinyayê gelek bajarên me dagir kir û tê de bi cih bû. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyek pir hesas û guhertineke demografîk de derbas dibe. Divê em hemû partiyên siyasî bibin yek da ku li pêşiya van guhertinên demografîk bibin bersiv."   Şevbihêrk bi pirs û bersivan bi dawî bû.