‘Em ê li qadan dengê xwe bi awayekî bilind bidin hîskirin’ 2019-12-20 09:19:37   Rengîn Azîzoglu   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Tumbel-Sen Yasenîn Noyan ji bo mîtînga ‘Ji bo aştiya civakî û jiyanek mirovane, em demokrasiyê ava bikin’ ya li Amedê wê pêk bê bang kir û got: “Di demên wisa de mîtîng û civîn gelek girîng in. Em ê li qadan bi awayekî xurt dengê xwe bilind bikin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di 22’ê Kanûnê de li Amdê bi dirûşma ‘Ji bo aştiya civakî û jiyanek mirovane, em demokrasiyê ava bikin’ wê mîtîngê pêk bîne. Mîtîng wê saet di 12.00’an de li qada Îstayonê pêk bê û tê payîn ku ji 8 bajarên herêmê jî tevlîbûn pêk bê. Endama Lijneya Rêveberiya Tumbel-Sen Yasenîn Noyan armanca mîtîngê û xebatên dimeşînin vegot.   ‘Em ê ji bo mafên xwe bên cem hev’   Yasemînê destnîşan kir ku Navenda Giştî ya KESK’ê biryara ku wê li 5 herêman mîtîngên girseyî pêk bînin girtiye û piştî vê dest bi xebatan kirine û got: “KESK, DÎSK, TMMOB, TTB mîtînga herêmî pêk tînin. Em di pêvajoyeke ku divê dengê xwe bilind bikin de ne. Me wek KESK’ê di dîrokê de ji bo mafên xwe her tim dengê xwe li kolanan bilind kir. Em ê li Amedê jî ji bo mafên xwe li qadan aştiyê biqîrin. Di vê nokteyê de em ê ji bo mafên xwe yên hatine girtin, şûnde bigirin, em ê bên cem hev û bersivek xurt bidin.”   ‘Em neçarin dengê xwe bidin bihîstin’   Yasemînê bi lêv kir ku Tirkiye her diçe ji demokrasiyê dûr dikeve û got: “Piştî hewldana darbeya zîhniyeta yek mêrî şûnde bi pêvajoya OHAL’ê re civak ket hawira kaosê. Em neçarin ji nava vê kaosê derkevin. Me tu car baweriya xwe ya ku em vegerin demên ku mafên mirovan nayê xespkirin, winda nekir. Wek her tim têkoşîna xwe em ê îro jî ji her demê zêdetir pêk bînin. Dibe ku niha bêdengiyek hebe lê her kes vê dizane. Hikûmet jî vê nerehetiyê dizane. Sedema pêkanîna vê mîtînga me jî ev e ku em vê aşkera bikin. Pêkanînên dijdemokratîk bandorê li ser hemû aliyan kir. Her kesî ji vê pêvajoyê para xwe girt. Ji ber vê her kes divê wê rojê li wir be. Divê em dengê xwe bidin bihîstin.”   Yasemînê anî ziman ku ne tenê li herêmê li Enqere, Stenbol, Îzmîrê jî ev xebat tên meşandin û wiha dawî lê anî: “Em heta dengê xwe bidin bihistin em ê berdewam bikin. Me ji zû de dest bi amadekariyên mîtîngê kir. Me destûra mîtîngê girt û hemû serlêdan kir. Em bang li hemû kesî dikin ku di 22’ê Kanûnê de saet di 12’an de li qada Îstasyonê ya Amedê bin.”