Jinên Kopê: Li dijî qeyûman em ê dengê xwe bidin HDP'ê 2019-12-20 09:18:36   MÛŞ - Li Tirkiyeyê 31 şaredariyên HDP’ê ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Li dijî tayinkirina qeyûman bertekên gel ji zêde dibin. Jinên Kopê nêrazîbûn nîşanî tayinkirina qeyûman dan û gotin ku ew  qeyûm nas nakin.   Li Tirkiyeyê û herêmê şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  bi biryara Wezarata Karên Hundir yek bi yek  tên desteserkirin û heta niha şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdîn jî di nav de bi giştî dest danîn ser 31 şaredariyên HDP’ê.  Ji van şaredariyan yek ji şaredariya Kopê ye.  Jinên Kopê nêrazîbûn nîşanî tayinkirina qeyûman dan û gotin ku ew hezar caran qeyûm tayînî şaredariyên wan bikin jî ew ê dîsa dengê xwe ji HDP’ê re bi kar bînin.    'Dengê me ji HDP'ê re ne'   Ji jinan Aysel Kuçukçelebî bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got ku ne tenê di hilbijartinan de ew ê di her demê de xwedî li vîna xwe derkevin û wiha axivî;”Deriyên HDP ji hemû kesî re vekirîne û rêbazên HDP’ê li ser wekheviyê hatine avakirin. Di dema şaredariya HDP’ê de em diçûn şaredariyê û me bi awayeke azad pirsgirîkên xwe ji şaredariyê re vedigotin. Şaredariyê pirsgirîkên me guhdar dikirin û ji pirsgirîkên me re dibû çareserî. Lê piştî ku qeyûm avêtin şaredariyê tu kes nikare biçe şaredariyê. Ji ber ku derdora şaredariyê bi polîsan hatiye dagirkirin. Gel ditirse ku biçe şaredariyê.   Bi keda mezin şaredariyên me hatin qezenckirin. Lê dîsa jî zilmê li me dikin û vîna me nas nakin û qeyûman diavêjin şaredariyên me. Ne tenê gelê kurd hemû alîgerên aşitîxwaz û demokrasîxwaz ji HDP’ê re dengê xwe bi kar tînin. Ew hezar caran qeyûm biavêjin şaredariyê em ê dîsa HDP'ê hilbijêrin.”   ‘Qeyûm tu car ji aliyê gel ve nehatin esas girtin’   Suna Al jî destnîşanî tayînkirina qeyûman kir û bi lêv kir ku kesên vîna gel nas nekin wê gel jî wan nas neke û wiha dirêjî da axaftina xwe;” Divê li dijî kesên ku bi vîna gel ve hatine hilbijartin rêz û hûrmet ji wan re bê dayîn. Ji ber ku gel bixwaze kî ji wan re bibe pêşeng wî hilbijirîne. Ji xwe gel yekê din xwesti biba wê yekê din hilbijartiba. HDP di heman demî pêkhatiyeke malbatiye. Ji ber ku bingeha HDP’ê de jin heye û jinan esas digire. Tayînkirina qeyûman tê wateya pêşî girtina deskeftiyên jinan û tunekirina xebatên jinan. Ev ne careke du carin ku qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê tên kirin. Di wan deman de jî qeyûm ji aliyê gel ve nehatin esas girtin û îro jî dê esas neyên girtin”   ‘Tayinkirina qeyûman  dijminahiya li dijî şaredariyên demokratîk e’   Elîf Taş ji anî ziman ku tayînkirina qeyûman xetereya herî mezine û got ku bi tayinkirina qeyûman pergala yekane ji gel re ferz dibînin û wiha pê de çû;”Ji ber ku îktîdar ji avakirina şaredariyên demokratîk ditirse, qeyûman diavêje şaredariyên HDP’ê. Bêgûman tayinkirina qeyûman tê wateya dijminahiya li dijî şaredariyên demokratîk. Bi salane em ji bîrdozî û xebatên HDP’ê esas digirîn. Ji ber ku em baş dizanîn ku ger ku şaredariyek hebe ji bo gel xîzmet bike, bêgûman ew jî HDP ye. Dema qeyûm de dema ku em diçûn şaredariyê şaredarî di bin dorbêça polîsan dabû. Mirov digot qey gel bi çekan dikeve şaredariyê. Bi vî awayî nêzî gel dibûn.  HDP jinan esas digire. Em jin gava ku diçûn şaredariyê me pirsgirîkên xwe vedigotin. Lê niha em nikarîn biçîn ji ber ku ew ne şaredariye qereqole.”   ‘Bi tayînkirina qeyûman  mafê deng avêtinê ji destê me digrin’   Sîdar Gûn jî bi lêv kir ku xespkirina vîna gele  nayê qebûlkirin û got ku hinceta tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin û wiha dom kir;” Di 31’ê adarê de em bi vîna xwe çûn ser sindoqan û me vîna xwe bikar anî. Lê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve şaredariyên me dîsa hatin desteserkirin. Ji aliyê hikûmetê ve destûr nayê dayîn ku kesên ku bi vîna gel hatine hilbijartin bajaran rêve bibin. Tehemûla AKP’ê ji vîna gel tune ye. Bi hincetên vala hevşaredar tên girtin û ji peyvirê tên avêtin.Bi tayînkirina qeyûman  mafê deng avêtinê ji destê me digrin. Em tayinkirina qeyûman qebûl nakîn.”