ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2019' AN 2019-12-20 09:00:00   *Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, bi hatina demsala zivistanê li hev dicivin û dest bi komkirina pincar dikin. Jinên ku pincar kom dikin  gotin: "Pincar gihaya xwezayî ye. Ji bo tenduristiya mirovan baş e. Ji pincar mirov dikare xwarinê jî çêbike. 'Xwarinên ji pincar çê dibin ji bo tenduristiyê baş in." DÎMEN HEYE   *Jinên bajarê Dêrikê êrîş û komkujiyên dewleta tirk şermezar kirin û wiha gotin: "Dewleta tirk ne got jin û zarok topên xwe dİavêt. Di encamê de bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn."    * Dayik, jin û zarokên Serêkaniyê yên ku  ji ber êrîş û kiryarên dewleta tirk koçber bûne, daxwaz û hêviya wan ew e ku di demeke nêz de vegerin warê xwe û dibêjin: " Daxwaza me ew e ku bajarên me ji çeteyên dewleta tirk werin paqijkirin, da ku em vegerin malên xwe û li ser axa xwe bijîn." DÎMEN HEYE   *Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kudistanê Evîn Siwêd, kar û xebatê salekê yê rêxistina jinê nirxand û got:"Têkoşîna jinê di sala 2019'an de bersiva herî tund bû ji  destdirêjiyên li ser nirxên jinan tê kirin. Jina pêşeng di nav tevlîheviya civakê de rengekî nû ji aşîtiyê û aramiyê afirand û gav bi gav ber bi azadiya xwe ve diçe." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Fîlîz Kumaş diyar kir ku dewlet li dijî kuştinên jinan tedbîrê nagire û lê divê jin rêxistinbûna xwe ava bike û got: “Mêr li hember jinê her cureyên şîdetê pêk tîne. Daxwaza parastinê dike lê nayê parastin. Divê jin ji bo xurtkirina parastina cewherî xwe birêxistin bike.” DÎMEN HEYE    *Şemsa Akdag ya di navbera avahiyên bilind yên Okmeydani de di şevneşînê de têkoşîna jiyanê dide. Şemsa, ji bo debara mala xwe bike li ser cil û bergan morîkan dinexweşîne û pere qezenc dike. DÎMEN HEYE    * Endama Lijneya Rêveberiya Tumbel-Sen Yasenîn Noyan ji bo mîtînga ‘Ji bo aştiya civakî û jiyanek mirovane, em demokrasiyê ava bikin’ ya li Amedê wê pêk bê bang kir û got: “Di demên wisa de mîtîng û civîn gelek girîng in. Em ê li qadan bi awayekî xurt dengê xwe bilind bikin.” DÎMEN HEYE    *Dayikên Aştiyê yên ji salên 90’î de heta îro li gel zilm û zextan her tim di nav têkoşînê de bûn wiha gotin: "Heta aştî bê vî welatî em ê li ber xwe bidin, em ê li dijî zilmê bin.”  BÎ DÎMEN