Parlamenterên HDP'ê serdana gel kirin 2019-12-20 08:43:02   MÛŞ - Parlamenteran li Mûşê serdana gel û esnafan kirin û gotin ku ewlê piştvanên xwe bin û di nava gelê xwe de bin.   Di dema serdegirtina polîsan de hevşaredarên Gimgim,Kop û Lîzê hatin binçavkirin û hevşaredara Gimgimê Ûlkû Karaaslan û hevşaredarê Kopê Adnan Topçû bi minasebeta "Propagandaya rêxistinê"kirîne hatin girtin. Bu tevlîbûna berdevka Kongera Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kılıç Koçyîğît,Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ên Mûşê Mensur Işık, Şevîn Coşkun rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan ji bo pişgiriyê di bin dorbêça polîsande serdana esnafên Gimgim û Kopê kirin. Heyet ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.    'Em soza bilindkirina têkoşînê didîn'   Li Gimgimê berdevka HDK'ê û parlementera HDP'ê ya Muşê Gûlîstan Kiliç Koçyîgît axivî. Gulîstanê diyar kir ku li dijî bêhiquqîyê û zilmê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û wiha axivî;"Hevşaredarên me yên Gimgim,Kop û Lîzê duh hatibûn binçavkirin û şaredariyên me hatin desteserkirin. Ji hevşaredarên me Ûlkû Karaaslan û Adnan Topçu hatin girtin. Bila gelê me vê bizanibe ku li dijî   polîtîkayên xespkirinê em ê tu caran gav başve neavêjîn. Li dijî bêmafiyê bêhiquqiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidîn û em ê tu caran teslîm nebîn. Gelê Gimgimê jî dizane ku zilma li Gimgimê p?k hatî li tu deran pêk nehatiye. Gimgimê her tim vîna xwe aşkere kir. Bila gelê me bêhêvî nebe ev şaredarên me çûn wê li cihê wan deh şaredar bên. Wê roj were em ê şaredariyên xwe dîsa hildîn. Em ê bi gelê xwe re tebikoşîn û bi ser bikevin."   'Çiqas êrîş li me bikin em ewqas bi hêz dibin'   Piştre parlementera HDP'ê ya Muşê Şevîn Coşkun axivî.  Şevînê jî bi lêv kir ku heta niha tu kesî nekariye vîna gel teslîm bigirin û wiha pê de çû;"Heta niha 31 şaredariyên me hatin desteserkirin û jê 13 jin 20 hevşaredarên me hatin girtin. Em dizanîn ku çiqas êrîşî me bikîn em ewqas bi hêz dibin û em ewqas zêde xwedî li vîna xwe derdikevîn. Di şert û mercên herî giran de em têdikoşin û 42 salin em li ber xwe didîn. Ji vir şûnde jî em ê tebikoşîn. Her çiqas şaredariyên me hatibin desteserkirin jî em ê bi gelê xwe re bin û em ê mil bi mil li ber xwe bidîn."   Piştre heyet derbasî navçeya Kopê bû. Li vir jî parlementerê HDP'ê yê Mûşê Mensur İşik axivî. Mensur jî da zanîn ku ew ê li dijî zilm û faşîzmê bi gelê xwe re tebikoşin.    Bername bi serdana malbata hevşaredarê Kopê Adnan Topçû yê ku hatî girtin bi dawî bû.