Dayikên Laçikspî: Me bi erdê kaş kirin 2019-12-19 17:08:59   STENBOL – Dayikên Laçik Spî yên li Bakirkoya Stenbolê ji bo greva birçîbûnê çalakî li dar xistibûn û doz li wan hat vekirin, dadgehê de parastina xwe kirin û îşkence û muameleya xerab li wan hatiye kirin vegotin.    Dayikên Laçik Spî di serdema grevên birçîbûnê de li navçeya Bakirkoya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê çalakî li dar xistibûn û ji ber çalakiyê hatibûn binçavkirin û derbarê wan de bi angaşta “Ne endamên rêxistinê ne, alîkariya rêxistinê kirine” û “Propaganda rêxistinê kirine” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Dayikên Laçik Spî li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çagalayana Stenbolê hat dîtin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û gelek kesan dozê şopand.    Dayikên Laçik Spî û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan dayikan parastina xwe kir. Dayikan bi kurdî parastina xwe kir.     Ewil ji Dayikên Laçik Spî Behiye Dag axivî û da zanîn ku ji bo ew balê bikişînin ser greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar beşdarî çalakiyê bûye û got: “Li qada çalakiyê bêyî ku polîs me hişyar bikin, mudaxeleyî me kirin. Polîsan li me da. Lêdanê di maşîneya polîsan de dewam kir. Min di wê çalakiyê de mafên xwe yên yasayî bikar anî.”    Dag anî ziman ku ew di binçavan de bi lêgerîna tazî re rû bi rû maye û heyeta dadgehê mudaxeleyî parastinê kir û heyetê got “di çarçoveya angaştnameyê de parastina xwe bike.’ Parêzeran diyar kir ku heyeta dadgehê mafê binpêkirinê binpê dike û gotin: “Rewşek îşkencekirinê li holê heye. Divê mudaxeleyî parastina miwekîla me neyê kirin.”    Pişt re dayika Kumrî Akgul parastina xwe kir û wiha got: “Me bi erdê re kaşkirin û binçav kirin. Di maşîneya polîsan de jî îşkence li me kirin. Polîsên di temenê neviyên min de muameleya xerab li min kirin. Laçika min a spî avêtin erdê. Min got ‘şerm e wisa nekin.’ Li emniyetê jî muameleya xerab li me hat kirin.”    Heyeta dadgehê mudaxeleyî parastina Akgul jî kir û xwest beşa têkildarî îşkence û muameleya xerab li girtekê neyê zêdekirin. Parêzeran dîsa îtîrazî heyetê kir û xwest parastina dayikan li girtekê were nivîsandin.    Piştî vê rageşiyê heyetê navberek kin da danişînê.    Piştî navberê ji dayikan Menekşe Demîr parastina xwe kir û wiha got: “Dema em çûn qada çalakiyê, polîsan beriya me qadê dorpêç kiribû. Wekîlan li pêşiya me bi amirên polîsan re hevdîtin kirin. Di wê navberê de em jî li ser peyarêyê rûniştin. Di wê kêliyê de polîsan bêserûber me binçav kirin. Polîsan li me dan. Polîsek mêr min li erdê dirêj kir û polîsek jin jî bi porê min girt û min bi erdê re kaş kir. Tevî ku min got ez nexweş im jî lê li min dan. Di maşîneya polîsan de bêhna min çikiya. Tevî vê yekê jî polîsan dîsa li min da û heqaretên kirêt li min kirin. Tiştek wiha min di fîlman de jî nedîtiye. Li gel ku keça min û birayê min parêzerin jî lê wê tişta anîn serê me min ji wan re negot.”    Ozlem Noyan jî da zanîn di kêliya mudaxeleyê de hevalek wê ji hişê xwe çûye û got: “Me xwest em mudaxeleyî hevala xwe bikin, lê polîsan me binçav kir. Di maşîneya polîsan de îşkence li me hat kirin. Di heman demê de li emniyetê jî muameleya xerab li me hat kirin.”    Hacî Ûgîş ê bi dayikan re hat binçavkirin jî wiha qala wê rojê kir: “Polîsan bêserûber êrişî me kirin. Li dayikan dan. Min got ‘ew dayikin li wan nedin. Heke hûn li wan bidin, li şûna wan li min bidin.’ Piştî min wisa got, polîsan li min jî da. Em bi îşkenceyek giran re hevrû man.”    Piştî parastina yên tên darizandin, parêzerên wan jî parastina miwekîlên xwe kirin û gotin polîsan hêzek mezin li hember dayikan bikar aniye, îşkence li wan hatiye kirin û xwestin hemû miwekîlên wan werin beratkirin. Parêzeran got li şûna miwekîlê wan divê polîs werin darizandin.    Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û xwest ji bo polîsên wê rojê li cihê bûyerê bûn ji bo werin guhdarkirin nivîs ji emniyeta Stenbolê were nivîsandin û biryara rakirina sepana tedbîra kontrola edlî ji ser dayikan were rakirin. Heyeta dadgehê danişîn taloqî 19’ê sibata 2020’an kir.