Li Şehbayê Kongreya Star civîn li dar xist 2019-12-19 13:59:04   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a kantona Efrînê civînek siyasî li kantona Şehbayê li gundê Babinês a navçeya Ehdasê li dar xist.   Bi armanca şirovekirina rewşa siyasî ya dawî ji endamên komîn, meclîs û saziyên girêdayî Rêxistina Kongreya Star civînek hat lidarxistin. Nêzî 200 jin di civînê de amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê rewşa siyasî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Efrînê û li navçeya Ehdas Gulû Mihemed ve hat kirin.    'Ji desthilatdariyê re na'   Gulê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa siyasî û wiha got: "Hemû dewlet planên xwe yên qirêj bi rêya siyasetê li ser gelê aşîtî û azadîxwaz pêk tînin. Ji ber ku dixwazin hemû civak tenê ji bo berjewendiyên wan tev bigerin û kar bikin. Beravojî vê planê Gelê Kurd berxwedan û tekoşîna xwe mezintir kirin û ji desthiladariyê re gotin na.”   'Komplo heta roja îro didome'   Gulê di domandina axaftina xwe de behsa komploya navneteweyî kir û wiha domand: "Dewletên navneteweyî komployek di 9’ê cotmeha sala 1998’an de li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşandin û xwestin bi rêya vê komployê Gelê Kurd tune bikin. Ev komplo heta roja îro didome. Bi êrîşên li ser Rojhilatê Firatê ev komplo zindî kirin ji bo careke din îradeya Gelê Kurd bişkînin. Ev êrîş jî bi serkêşiya Serokkomarê Emerîkayê di şexsa dewleta tirk de hat destpêkirin."   'Jina kurd di warê siyasetê de gihaşt asta serkeftinê'   Gulê bal kişand ser yekbûyina jinan û wiha got: "Plan û dagirkerî li ser jinê tê meşandin, ji ber wê divê hemû jinên Sûriyeyê bi taybet jinên kurd xwe bi rêxistin bikin. Li hember planên ku jinê hedef digire divê em her dem hişyar bin. Jina kurd di warê siyasî de gihaşt asta serkeftinê û êdî rewşa siyasî analîz dike, dizane siyaset çawa tê meşandin. Divê em bibin yek da ku planên dijmin vala derkeve." Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.