'Divê pêkanînên dijmirovî yên girtîgehan bên bidawîkirin' 2019-12-19 13:37:29   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran derbarê salvegera operasyona "Vegera li Jiyanê" de daxuyanî û got: "Di ser Komkujiya 19'ê Tîrmehê re li gel ku 19 sal derbas bûn, hîna li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan berdewam dike."   Di ser operasyona "Vegera li Jiyanê" ya 19'ê Kanûna 2000'î ku li dijî gitiyên girtîgehên Tîpa F şermezar kirin û di encamê de komkujî hat kirin  re 19 sal derbas bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê û Berdevka Hiqûq û Komîsyona Mafên Mirovan  Ayşe Acar Bajaran derbarê operasyona ku hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Ayşe di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku li 20 girtîgehan bi awayê hemdem operasyon hat destpêkirin.    'Li girtîgehan mirin pêk hat'   Ayşe di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di operasyona bi 'Vegera li Jiyanê' de bi çekên giran û madeyên sotemeniyê êrîşî girtîgehan kirin, dîwar hilweşandin û bi awayê hovanê êrîş birin ser girtiyan. Di encama êrîşa ku bi sedan gardiyan, leşker, polîs û kontur gerîl tevli bûn de 28 kes hatin qetilkirin û bi sendan girtî birîndar bûn. Li gel ku di ser vê komkujiyê re 19 sal derbas bûn, li girtîgehan binpêkirina mafan berdewam dike. Pêkanînên dijmirovî di meriyetê de ne û mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin.  Divê îktîdara siyasî ji tiştên hatin jiyîn dersê bigire û nebe sedema komkujiyên mina yên 19'ê Koanûnê. Divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin."