Li Amedê Nûnertiya Odeya Endezyaran a Der û Dorê hat vekirin 2019-12-19 13:26:43   AMED - Li Amedê nûnertiya Odeya Endezyaran a Der û Dorê hat vekirin.    Li Amedê nûnertiya Odeya Endezyaran a Der û Dorê hat vekirin. Di destpêkê de Endezyara Der û Dorê Ebrû Okudici axivî. Ebrûyê diyar kir ku mafên pîşeyan gelekî tên binpêkirin û wiha got:"Di vê pêvajoya ku pirsgirêkên der û dorê gelek in û mafên gelekî pîşeyan tê binpêkirin de divê em bi hev re têbikoşin."   Di vekirina Nûnertiya Odeya Endezyaran a Der û Dorê de Endezyar Îbrahîm Ender Alp ê ku di 19'ê Hezîrana 2019'an de di qezaya kar de jiyana xwe ji dest dabû hat bîranîn. Navê Îbrahîm Ender Alp dan Odeya Civînê û Perwerdeyê.    Bavê Îbrahîm Ender Alp, Nacî Alp jî da zanîn ku ji bo jiyanek hemû kes bextewar be ew ê hewildanên xwe bidomînin.