Li dijî fetwaya Yekîtiya Aliman çalakî hat lidarxistin 2019-12-19 13:09:05   NAVENDAN NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê li djiî Fetwaya Desteya Bilind a Fedwa ya girêdayî Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Federal a Kurdistanê ya derbarê jinan de çalakiyek pêk hat. Di daxuyaniyê de gotin: "Eger parlameter û aliyên peywendîdar bersiva wan nedin, wê li dijî Lijneya Fetwweya Desteya Bilind a Yekîtiya Alimên Îslamî ya Kurdistanê gilî bikin."   Di 4’ê kanûna 2019’an de Desteya Bilind a Fedwa ya girêdayî Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê bi îddîaya ku karên ne li rê û ne ehlaqî rû didin fetwayeke sosret derbarê jinan de da. Li gorî fedwayê jin nikarin bi tenê bigerin, derkevin derveyî bajêr û li taksiyê siwar bibin. Encûmena Bilind a Fedwa ya Kurdistanê bi îddîaya karên ne exlaqî, sûcên civakî û ne rewa ji ber zêdebûne wan pêwîstî bi derxistina fedwayeke bi vî awayî dîtine. Ev fetwa bû sedema nerazîbûnan.   Di vê çarçoveyê de îro li Silêmaniyê weke nûnerên 387 rêxistin, rojnameger û kesayetên cuda li ber avahiya Emnesoreke ya Silêmaniyê kombûn û heta li ber Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê meşiyan û nerazîbûn nîşan dan. Di çalakiyê de pankartên 'Divê Desteya Fetwa fetwaya xwe hilweşîne', 'Divê ji şofêrên taksiyan lêborînê bixwazin', 'Fetwa bi nav Alimam red dikin û dijî mafê mirovan e' û 'Azadiya hatinûçûnê beşeke ji mafê mirov' hatin nivîsandin berz kirin.   Piştî ku çûn li ser Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê xwestine daxwazên xwe pêşkêş bikin, lê tu parlamenteran amade nebûn ku pêşwaziya wan bikin. Tevî ku berê ji çalakiyê hatibûn agadarkirin û biryar bû parlamenter pêşwaziya wan bikin. Ev jî bû sedema nerazbîbûna çalakgeran. Seroka Rêxistina Dabîn a ji bo Geşepêşanda Damokrasiyê Dilsoz Zengene daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşan kirin:    * Desteya Bilind a Fetwayê, fetwaya xwe bişkêne û dest ji her fetwa û daxuyaniyên bi navê ol ku bêrêziyê li hember jinan û mafên wan were kirin berde. Divê Yekîtiy Aliman rêz ji azadiya kesî û mafên mirovan re bigire.   * Daxwaza lêborînê li jinan û şofêrên mêr ên taksiyan bike ku weke metirsiya li ser civakê eşkere kirine.   * Divê zemînên pêkanîna sûc li hemberî jinan nehêlin. Ji bo vê armancê jî dezgehên ewlehiyê û dadgeh erk û rola xwe bilîzin.   * Wezareta Diyanetê, mamostayên olî di aştiya civakî de rol bibînin û ji heqaretên bi navê olî li jinan tên kirin dûr bikevin."   Dilsoz Zengene parlamenterên Herêma Kurdistanê rexne kir û diyar kir ku her çiqas weke nûnerê xelkê xwe dibînin û bi dengê xelkê çûne wir, lê bi dewama xwe ya asayî ve girêdayî nabin û pêşwaziyê li wan nakin.   Dilsoz Zengene eşkere kir ku eger parlameter û aliyên peywendîdar bersiva wan nedin, wê li dijî Lijneya Fetwweya Desteya Bilind a Yekîtiya Alimên Îslamî ya Kurdistanê gilî bikin.