Kesekî ji doza Leyla dihat darizandin, serbest hat berdan 2019-12-19 13:06:42   AGIRÎ - Heyeta dadgehê kesê ji doza Leyla Aydemîr a 4 salî ku li gundê xwe winda bû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, dihat darizandin, bi hinceta  “rewşa delîlan kêm e" serbest berdan.    Di 15'ê Tîrmeha 2018'an de li Gundê Bezirhanê zaroka 4 salî Leyla Aydemîr winda bû û piştî 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin. Têkildarî kuştina Leyla de 2 kes hatibûn girtin. Heyeta dadgehê der barê Mehmet Ali Aydemir ê hatibû girtin bi hinceta “delîlên heyî û dema borî" serbest berdan.    Dozger piştî bûyerê salek şûnde îdîaname amade kir. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Dozger der barê Mehmet Alî Aydemir û mamê Leyla Aydemîr Musa Aydemir (28), Yusuf Aydemir (42) û Besim Dursun (47)  û hevjînê wê Hatun Dursun (55), Ayşe Artam (37) û hevjînê wê Yıldırım Artam (40) de bi îdîaya "Li dijî kesê nikare paratina xwe bike bi zanebûn kuştine" doz vekir û cezayê muebeta giran xwest û dîsa xwest ji bo her yekî 14 sal ceza bê birîn.    Danişîna yekemîn di 20'ê Îlona 2019'an de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat dîtin. Di danişînê de bav Nihat Aydemir nebûbû gilîdar. Dayik Şukran Aydemîr jî gotibû "Kê kiribe ez bi gilî me. Lê ez nikarim guhenê kesî bigirim. Di 23'ê Cotmehê û 20'ê mijdarê de heyetê nirxandina girtiyan kir û piştî nirxandinê der barê Mehmet Alî Aydemir ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê di yek hucreyê de tê girtin de bi hinceta "Rewşa delîlan û dema girtinê" biryara berdanê da. Bersûc Yusuf Aydemîr jî girtî tê darizandin.