21 kesên hatibûn binçavkirin12 roj şûnde sewqî edliyeyê hat kirin 2019-12-19 12:03:15   AMED - 21 kesên li Amedê hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin 12 roj şûnde sewqî edliyeyê kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi destê Fermandariya Cendirmeyan a Bajar di 8'ê kanûnê de li gelek gundên girêdayî navçeyên Amedê operasyon li dar xist û 21 kes binçav kiribûn. 21 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. 21 kesên hatibûn binçavkirin piştî 12 rojan sewqî Edliyeya Amedê kirin. Hat diyarkirin ku 21 kesên hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Alîkarî daye rêxistinê" ten tawanbarkirin.    Di 8'ê Kanûnê de li Gundên girêdayî navçeyên Rezan, Peyas û Çinarê kesên hatibûn binçavkirin, navê wan wiha ye:    Li Gundê Alanqozê Îsmet Yildiz û Hakan Yildiz; li Gundê Arwariya Jor Mehmet Akyuz; Li Gundê  Xebexidir (Kabahidir) ê navçeya Rezanê keyayê gund Nahit Toprak; li Gundê Doger ((Döver) Îsmet Akar; li Gundê Kerikê (Kılıçkaya) yê navçeya Çinarê Îbrahim Çiftçi, Recep Çiftçî, Lokman Çiftçî; Li navenda Peyasê Abdulkadir Yagar; li Gundê Qirxaliyê yê Peyasê Ahmet Dogan, Mahmut Birak, Ahmet Derse, Fırat Çetin; li Gundê Esentepeyê Zekî Guçlu; li Gundê Misîrik (Çakırtutmaz) yê Çinarê Kasim Eken, Abdulkadir Eken û zarokên wan Hogir Eken, Botan Eken, D.Eken .    Kasim Eken (40), piştî 5 roj şûnde hatibû berdan. Abdulkadir Eken û  D. Eken li Şaxa zarokan tên girtin.