‘Dixwazin ji çanda herêmê dûr bixin’ 2019-12-19 09:11:01   Rengîn Azîzoglu   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Mîmaran Selma Aslan diyar kir ku Sûr qada sît a dîrokî ye û got: “Ev xebata li wir tê meşandin, bi armanca jibîrkirina dîrokê tê kirin. Dixwazin ji çanda herêmê bidin dûrxistin.”   Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Mîmaran Selma Aslan, hilweşîn û avahiyên nû yên li Sûrê nirxand. Selmayê destnîşan kir ku di 2015’an de li navçeyê pevçûn û qedexeya derketina derve hatine jiyîn û di 2016’an de hatiye rakirin û tevî qedexe hatiye rakirin jî li 4 taxan qedexe hîna didome. Selmayê wiha got: “Derfetê me çênebû em li wir xebatan dimeşînin. Tenê ji hewayê ve wêneyên wan taxan hat kişandin. Piştî qedexeyê bi lezgîn cemawerî pêk hat û dest danîn ser xaniyan. Bi navê cemawerîkirinê xespek mijara gotinê ye û dewletê hemû maf ji dest girtiye. Li Sûrê welatiyan malên xwe terk kirin. Koç kirin. Avahiyên nû çêkirine jî bi bihayên gelek mezin tên firotin. Êdî ne pêkan e mirov wan xaniyan bigirin û vegerin taxa xwe. Tişta ku xwestin li wir bikin, ji çanda herêmê dûr xistine.”   ‘Veguhestina wê pir zehmet e’   Selmayê li Sûrê 181 avahiyên nû çêkirine û ehliyeta xêzkirina projeya wê tune ye û got: “Ji bo rayeya xêzkirina projeya mîmar hebe divê Belgeya Tescîlê ya Buroyê bigire. Lê belgeya mîmar a projeyê tune ye. Em jî dibêjin ji ber belgeya vê tune ye ehliyeta wê jî tune ye. Şansa me çênebû em biçin qadê projeyê bibînin. Me bi wêneyên ji hewayê hatine kişandin dîtin. Em li gorî wê dikarin binirxînin. Piraniya avahiyan qedyaye. Veguhestina wê pir zehmet xuyeye.”   ‘Li herêmê sûcê bajar tê kirin’   Selmayê destnîşan kir ku di Plana Îmarê ya bi Armanca Parastinê de îbareya, beriya revîzeyê ‘eniya avahiyên li kolanê dinêrin divê bi kevirê bazalt bê çêkirin’, lê di revîzeya wê de wek ‘Di avahiyên nû de dikare kevirên bazalt bên bikaranîn û dîwarê hewşan bê çêkirin.’ Selmayê da zanîn ku li herêmê sûcê bajar tê kirin. Selmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku UNESCO’yê jî ji serê pêvajoyê heta niha berpirsyariya xwe pêk neaniye û bê eleqe maye.