'Divê em bi hev re têbikoşin' 2019-12-19 09:10:10   Gulîstan Azak   STENBOL - Siyasetmedarên jin diyar kirin ku sedema zêdebûna kuştinên jinan ji ber polîtîkayên hikûmetê ye û gotin: “Ji bo jinek din neyê qetilkirin divê têkoşîna hevpar bê dayîn.”   Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di 2016’an de 328 jin, di 2017’an de 409 jin, di 2018’an de jî 440 jin hatin qetilkirin û di 11 mehên ewil a 2019’an de jî 430 jin hatin qetilkirin.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, Elîf Bulut diyar kir ku demên dawî de şîdeta li ser jinan gelek zêde bûye û heta polîtîka bêcezabûnê bidawî nebe, wê kuştinên jinan bidomin û got: “Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide mêran û kuştinên jinan jî zêde dibin. Di demên dawî de li hember destkeftiyên jinan jî êrîş mijara gotinê ne û peymana Stenbol û Kanûna hejmar 6284 pêk nayê. Jinên li dijî şîdet, tacîz û tecawizê derdikevin kolanê jî rastî şîdetê û cezakirinê tên. Jinên Şîlî li dijî kuştinên jinan wek bertek dans kirin û dema li Tirkiyeyê bê kirin rastî cezayê tên.”   ‘Hevserokatî xeta mor a têkoşîna jinê ye’   Elîfê êrîşên li hember pergala hevserokatiyê jî bibîr xist û got hevserokatî xeta mor ya têkoşîna jinê ye û got hikûmet li şûna polîtîkayên ku pêşî li şîdeta li ser jinê bigire, saziyên jinan yên li dijî şîdetê têdikoşin girt. Elîfê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna hevpar a jinan girîng e. Divê jin bên cem hev. Dema bên cem hev jî gelek tişt wê biguhere. Hatina gel hev a jinan wê jiyanan xilas bikin. Riya pêşigirtinê ji têkoşîna hevpar derbas dibe.”   ‘Berpirsê kuştinên jinan hikûmet e’   Endama Koordînasyona Jinan a Partiya Şoreşger Cansu Kalender, da zanîn ku mêrên ku jinan qetil dikin cezayên pêwist nagirin û got berpirsê kuştinên jinan hikûmete. Cansuyê wiha berdewam kir: “Jin li her qadê rastî şîdeta mêr tên. Ji aliyê dewlet û hêzên ewlehiyê ve jî rastî şîdetê tên. Jinên li dijî kuştinên jinan derdikevin jî rastî şîdeta hêzên ewlehiyê tên. Di 25’ê Mijdarê de 7 jin hatin girtin. Daraz jî êdî ne serbixwe ye. Kujer bi rehetî dikevin salonên dadgehê. Tevî hemû zext û zordariyan berxwedana jinê roj bi roj mezintir dibe.”