Dîdara li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk didome 2019-12-18 15:55:03   QAMIŞLO - Dîdara li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarokê Rimêlanê bi mijara nirxandina rewşa bajarên hatine dagirkirin dewam dike.   Dîdara li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Bajarokê Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişloyê berdewam e.    Piştî nîqaşên maseya yekem a ku li ser mijara bûyerên qirkirina nijadî û guhertina demografîk ên ku niştecihên herêmê êş jê kişandine bi dawî bûn, maseya duyem dest pê kir. Maseya duyemîn ji aliyê Pispora Zagonên Sivîl Zozan Ibrahîm, Seroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma, Cîgirê Serokatiya Encumana Cîbicîkar a herêma Efrînê Israfîl Bekir, Cîgirê Hevserokatiya encûmana Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan Hesen, hat birêvebirin.      Maseya duyem li ser mijara pênasekirin û nirxandin, binpêkirinên ku di çarçoveya bûyerên qirkirina nijadî û guhertinê demografîk de derketine pêş hatin guftugokirin. Mijarên din jî weke diyarkirina xalbendên di hevpeymana navneteweyî de, zagonên mirovî yên navneteweyî û hevpeymanên têkildarî wê  hatin nîqaşkirin. Nirxandinên rewşa bajaran berî û piştî dagirkeriyê hat nirxandin.    Di maseya sêyemîn de wê derbarê dagirkeriyê de çareseriyên mayinde, rêbazên piştgiriya xebatê werin nîqaşkirin.