Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîyê civîna xwe ya salan e li dar xist 2019-12-18 15:06:25   KOBANÊ - Nivîsgeha Jinê ya Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîyê civîna xwe ya nirxandina kar û xebatên Desteyê ya sala 2019'an, li dar xist.   Nivîsgeha Jinê ya Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîyê civîna xwe ya bilançoya kar û xebatên desteyê yên ku di sala 2019'an de hatiye kirin, li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê nirxandin.  Civîn bi beşdarbûna  64 hevserokên jin ên herêma Firatê pêk hat.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên  azadiyê dest pê kir. Paşê  rewşa siyasî ya herêmê ji aliyê jinan ve hat nirxandin. Zehra Berkel, Meqbule Bekî û Hebûn Êto desnîşan kirin ku armanca gef û êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkbirina şoreşa jinê ye û wiha pê de çû: "Wek  ku tê zanîn şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê nasîn. Armanca dewleta tirk  tunekirina pirojeya jinê û pirojeya netewa demokratîk e. Wek tevgera jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîş û gefên dewleta tirk, me di bin dirûşma "Ax û Rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe" dest bi hemleyekê kir, heta astekê hemleya me pilanên dewleta tirk têk birin. Wek tevgera jinê em ê li hember êrîşên li ber xwe bidin û parastina axa xwe bikin."   Piştre rapora nirxandina kar û xebata Nivîsgeha Jinê ya Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîyê ya herêma Firatê ya 2019’an ji aliyê Wehîde Îbiş ve hat xwendin. Beşdaran nirxandinên xwe di derbarê kar û xebatên di nava salekê de hatiye meşandin, anîn ziman.    Projeyên dema pêş yê jina, avakirina dikanekê kincên jinan, avakirina cafeyekê  li Gire Ibrê li ser çemê Firatê û avakirina parkekê li navçeya Eyn Îsayê bi navê jinê. Her wiha  kesên ku beşdar bûne ji bo pêşxistina kar û xebatên rêveberiya herêmî û ekolojî li herêmê pêşniyarên xwe ji bo sala 2020'an kirin.