Dîdareya li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk didome 2019-12-18 14:47:22   QAMŞLO - Dîdare li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk, bi mijara bûyerên qirkirina nijadî û guhertina demografîk ên ku neştecihên herêmê êş  jê kişandine, didome.   Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) dîdarek li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarokê Rimêlanê li dar dixe. Dîdar bi nîqaşên li ser maseya yekemîn berdewam e. Maseya yekemîn li ser bûyerên qirkirina nijadî û guhertina demografîk ên ku niştecihên herêmê êş jê kişandina nîqaş dike. Mase ji aliyê Hevseroka Partiya Yekîtiya Sûryan Senherîb Bersûm, Endama Navenda Firatê a Lêkolînan Çinar Salih û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê Hisên Ezam ve, hat birêvebirin. Li ser maseya yekem siyasetmedaran mijara bûyerên qirkirina nijadî û guhertina demografîk ên ku niştecihên herêmê êş jê dikşînin, nîqaş kirin.   Nîqaş wiha bûn:"Di nava êrîşên hovane yên dewleta tirk a dagirker de, mirovên bê sûc gelek zerarên madî û canî dîtin. Êrîşa hovane çand, ziman, mal û milên wan hedef girt. Armanca guhertina demografîk di herêmê de ew e ku mirovên ne xwediyê axê, lê bi cih bibin û li gor berjewendiyên çeteyan tev bigerin. Vê yekê êşên mezin di dilê gelê me da çêkirin, ku li pêşiya çavên wan kesên din di malên wan de bi cih dibin. Neştecihên herêmê vê yekê giran dibînin, ji ber ne ji mafê tu kesî ye ku bikeve mala mirovekî din de. "   Maseya yekem bi pirs û bersivan hat bidawîkirin. Niha jî wê mijara maseya duyemîn were nirxandin û nîqaşkirin.   Dîdar berdewam e.