Li Qoserê girtina hevşaredar Nilûfer Elîk Yilmaz hat şermezarkirin 2019-12-18 14:10:52   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Qoserê bertek nîşanî girtina tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredar Nilûfer Elîk Yilmaz da û got: “Dîrokê nîşanî her kesî daye ku dê kurd dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Qosera Mêrdînê têkildarî tayînkirina qeyûm û girtina Hevşaredara Qoserê Nilûfer Elîk Yilmaz daxuyanî da. Civîn li avahiya HDP’ê pêk hat û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Rêveberê HDP’ê Sabah Kuday daxuyanî da û bal kişand ser girtina hevşaredaran û got: “Em di dosyeyên hevşaredarên xwe hemûyan de dibînin ku tenê ji derbirînên ‘şahidên nepen’ pêk tê û tê dîtin ku bi armanca honandina siyasî ev girtin pêk tên.”     Sabah da zanîn ku îradeya gel hatiye desteserkirin û got: “Em carek din diyar dikin; li tu devera cîhanê mînaka van binçavkirin û girtinan nîne û ev operasyonên qirkirina siyasî ne. Operasyonan kirine pêlîstoka îqtîdarê. Bi destê darazê polîtîkaya dîl girtinê pêk tê û dixwazin hemû xebatên partiya me têk bibin. Dixwazin têkoşîna gelê kurd û têkoşîna gelan a demokratîk bitepisînin. Êrişên li dijî HDP’ê di heman demê de êrişên li dijî têkoşîna jinan û pergala hevserokatiyê ye. Êrişa li dijî pergala hevserokatiyê mînaka şênber a netehamuliya şaredariyên me ye.”    Sabah destnîşan kir ku ew polîtîkaya binçavkirin û girtinê qebûl nakin û got: “Bi girtina hevşaredar û tayînkirina qeyûman di dîrokê de bi her kesî daye nîşan dan ku wê kurd dest ji têkoşîna xwe bernedin. Bi hezarê caran ev rêbaz hatin bikaranîn lê bi ser neketin. Dê ji niha şûn ve jî bi ser nekevin û ev zext bêtir têkoşîna me xurttir dike.”