Çalakiya şermezarkirina qeyûman hate astengkirin 2019-12-18 13:32:47   MÛŞ - HDP'yiyên  ku xwestin binçavkirina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman şermezar bikîn hatin astengkirin.     Li navçeyên Mûşê duh di serdegirtina polîsan de  Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû  û hevşaredarê bajarokê Lîzê hatin binçavkirin û bi biryara Wezarata Karên Hundir ji peyvîrê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Ji bo ku binçavkirina hevşaredaran û tayinkirina qeyûman şermezar bikîn Hevseroka Bajêr ya Partiya Demokratî a Gelan (HDP) Aynur Sarica, parlementerê HDP'ê yê Muşê Mensur İşik bi tevlibûna westiyan xwestin  daxuyaniyekê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Gimgimê bidin  Lê girse ji aliyê polîsan ve hate astengkirin û destûr nehat dayîn ku HDP'yî daxuyanî bidin.  HDP'yiyan nêrazîbûn nîşanî vê helwesta polîsan da û dirûşm hatin birêzkirin.    Parlementerê HDP'ê yê Muşê Mensur İşik jî  bertek nîşanî vê nêzîkatiya polîsan da û wiha got:"Kesên ku qeyûm tayînî şaredariyên me kirîn wê roj were ku hesab bidin gel.  Em ê bı hev re hesab bipirsîn. Ew kesên ku vîna gel nas nakin em jî wan nas nas nakîn.      Pişt e girse derbasî avahiya HDP'ê ya navçeyê bû.