Dîdareya li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk dest pê kir 2019-12-18 13:22:58   QAMŞLO - Dîdareya li ser qirkirina nijadî û guhertinên demografîk a ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk hatiye birêxistinkirin, dest pê kir.    Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), dîdarek li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê li navenda Aram Tîgran a çand û hunerê ya Bajarokê Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişloyê li dar xist. Partiyên siyasî, siyastmedar, Rêveberiya Xweser û sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn.   Dîdar bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftina vekirinê ji aliyê Endamê Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk Nezîr Xelef hat kirin. Nezîr wiha got: "Dewleta tirk û çeteyên wê ji yekîtiya kurdan ditirsin û dixwazin gelê me bi temamî qir bikin. Di Efrînê de qirkirin û guhertina demografîk hat çêkirin û niha jî dixwazin vê pilana qirêj li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin."       'Pilanên hezarê salan li ser axa me didin meşandin'   Her wiha di dîdarê de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Foza Yûsif axaftin kir û wiha got: "Beşdarûna me a vê dîdarê ew e ku em hemû bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Mijarên ku îro werin nîqaşkirin pir girîng in. Ez bawer im ku wê ev dîdar derfetên mezintir yên naskirina rastiya dewleta tirk a dagirker li pêşiya çavên me raxe. Di vê demê de dagirkerî û guhertinên demografîk  ji aliyê dewleta tirk ve li ser axa gelan tên kirin. Dagirkerî û pilanên beriya sedê salan, îro careke din li ser axa me didin meşandin."      'Dewleta tirk dixwaze parçebûnekê di navbera gelê herêmê de çê bike'   Foza di dewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser kiryarên ku ji aliyê hikûmetên heyî ve tên kirin ku tenê armancên wan parastina berjewendiya ne û wiha dom kir:  "Hikûmetên heyî ji bo parastina berjewendiyên xwe tev digerin, ji aliyekî din ve  jî dizî, talankirin û revandinê li ser axa gelan dikin. Dewleta tirk dixwaze  parçebûnekê di nava gelê herêmê de çê bike û hevgirtina ku di civakê de ava bûye parçe bike. Armancên wan ber bi çav in û em jî dizanin, lê bila her kes zanîbe tu kes nikarê îradeya vî gelî bişkîne."    'Divê dewleta tirk li ser van kiryarên xwe were cezakirin'   Foza wiha  dirêjî da gotinên xwe: "Ji armanca dewleta tirk ew e ku pirisgirêkên li Sûriyeyê bi rengekî demokratîk neyên çareserkirin û fitneyekê di navbera netewan de çê bike, lê yekbûn û berxwedana me li hemberî van kiryaran bû bersivek û hişt ku hemû cîhan bertekê nîşan bide.  Gelê me  wê helwesta Emerîka û Rûsyayê ji bîr neke, ku çawa rê li pêşiya êrîşan vekir.  Tevî wê gelê me li ber xwe didin. Xebata guhertina demografîyê di bajarên dagirkirî de tê kirin, di bin navê ol de zarok û jinan qetik dikin. Divê  dewleta tirk li ser van kiryarên xwe were cezakirin."   Dîdar berdewam e.