Ji bo Rojê Êzî li Şengalê şahî hat lidarxistin 2019-12-18 12:05:28   ŞENGAL - Bi boneya destpêkirina rojiyên Rojê Êzî li gundê Digurê yê girêdayê Şengalê şahî hat lidarxistin.   Bi boneya destpêkirina rojiyên Rojê Êzî li gundê Digurê yê girêdayê Şengalê ji aliyê navenda çand û hunerê ya Şengalê şahî hat lidarxistin. Bi hatina gel hevdu ya gelek kesan govend hat girtin.  Armanca şahiyê ew e ku her rojên Rojî bi kêfxweşî derbas bibin.    Jina bi navê Leyla Ehmed ku bi malbata xwe ra hatibû û tevlê şahîyê bûbû kefxweşiya xwe wiha anî ser ziman: “ Ev rojî rojîyên me Rojî Êzî ne. Em vê rojiyê 3 roja digirin. Em gelek kêfxweş in ku ev şahî hatiye lidarxistin. Em hêvî dikin ku bibe wesîleya aştî û aramiyê."