Li Dêrikê bi boneya cejna xiristîyana şahiyeke hat lidarxistin 2019-12-18 10:59:13   QAMIŞLO - Bi armanca pîrozkirina cejna xiristîyana, Yekîtiya Dêra xiristîyana ya El- Encîl, şahiyek ji bo zarokan li dar xist.   Yekîtiya Dêra xiristîyana ya El- Encîl bi hatina cejna salê,  şahiyek ji bo zarokan çêkirin. Şahî li dêra mezin ya bajarê Dêrikê kantona Qamişlo pêk hat. Di nav de zarokên bajêr ji hemû netewan tevlî bûn. Ji bo kêfxweşiya dilê zarokan şandiyek ji keşeyên dêra Qesir El- Dobara tevlî şahiyê bûn.    Şahî bi stran û belavkirina diyariyan a ji bo zarokan bi dawî bû.