Komeleya Rewşa Jinê ya Piştevaniyê: Em li dijî cureyên şîdetê xwe bi rêxistin bikin 2019-12-18 09:09:15   Rengîn Azîzoglu   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Rewşa Jinê ya Piştevaniyê Berîvan Ozturk diyar kir ew wek jin cudahiya nasname, ol, îdeolojî ya wan heye û got: “Têkoşîna jinê xurt dibe. Em tu car destûr nedin ku şîdet ji rêzê be û normal be. Em li dijî her cureyê şîdetê têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin.”   Komeleya Rewşa Jinê ya Piştevaniyê (Dakah-Der) ku bi armanca li dijî şîdet, zext û tacîzê bi armanca têkoşîn û piştevaniyê hat avakirin, ji roja hatiye avakirin xebatên xwe dimeşîne. Di komeleya ku piranî jinên ciwan bi hev re xebatê dimeşînin de, jin bi piştevaniyê ji hev hêzê digirin. Endama lijneya rêveberiya komeleyê Berîvan Ozturk pêvajoya avabûna komeleyê û xebatên komeleyê nirxand.   ‘Komeleyeke ku em xwe bi rêxistin bikin tune bû’   Berîvanê da zanîn ku bi armanca bi hemû jinên rastî şîdetê hatine re bikevin nava piştevaniyê û li dijî her cureyê şîdeta mêr têbikoşin komele ava kirine û got endamên damezrîner ên saziyên ji kesên ji saziyên civaka sivîl ên cuda pêk tên. Berîvanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komeleyên zarokan, ya çand û huner, ya di qada ciwanan de faaliyetan dimeşînin hene lê komeleyeke jinê ya ku xwe bi rêxistin bikin tune bû. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê bû li Amedê sazî û dezge ji perspektîfa femînîst dûr ketin û bi nêzîkatiyek dijberî jinê xebat hatin meşandin. Me ev agahî dizanibû. Di 2018’an de meha hezîranê de me rêziknameya xwe ava kir û di îlona 2018’an de bi awayekî fermî me komele ava kir. Di çileyê 2019’an de jî me lijneya xwe ya giştî ya ewil pêk anî û me rêveberiya xwe diyar kir.”   ‘Divê rêbazên têkoşînê nebin ji rêzê’   Berîvanê daxuyakirin ku komele ji jinên ciwan pêk tê û ji roja avabûnê jî her diçin xurt dikin. Berîvanê ev tişt bi lêv kir: “Ji bo îdealên akademîk û jiyana kar a jinên ciwan hêsan be ev demeke em kursa îngîlîzî didin. Sala borî me pirtûkxaneya jinê ava kir. Em di xelekên jinan de tên cem hev. Em bi hev re nîqaş dikin û qadek me ya em jê fêr bibin heye. Me çend panel û civîn pêk neanîn. Di çarçoveya 20’ê Mijdarê Roja Bibîranîna Transên Mexdûrên Sûcê Nefretê û 25’ê Mijdarê de me mîhrîcaneke ji panel, gotûbêj, konser, fîlm û şanoyê pêk dihat pêk anîn. Bêguman hat gotin çima navê ‘Têkoşîna bi şîdetê re’ mîhrîcan e?Yanî dema ev roj tê gotin bîranîn, têkoşîn, berxwedan di mejî de wek şîngirtinê tê dîtin. Me xwest em nîşan bidin ku jin çiqas xurt in. Divê rêbazên têkoşîna me nebin ji rêzê.”   ‘Em têkoşîna rêxistinkirî girîng dibînin’   Berîvanê destnîşan kir ku nexşerêyeke wan a ku wekheviya zayenda civakî dihewîne û di heman demê de têkoşîna li dijî şîdetê jî dihewîne heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo qadên cemawerî yên heyî jî bibin dostên jinan, me hinek proje amade kirin. Em komeleyek nû ne. Em hedef dikin ku bibin cihekî ku navenda wê ya krîzê, ya şêwirmendiyê heye. Em dixwazin guherînekê biafirînin. Em vê jî bi deng, hêz û daxwaza girseyî dikarin pêk bînin. Cezayê li kujerên Şule Çet hat birîn bi têkoşîna jinê pêk hat. Ji ber vê em têkoşînê gelek girîng dibînin.”   ‘Peymana Stnebolê nokteyek krîtîk e û divê pêk bê’   Berîvanê daxuyakirin ku sedema zêdebûna kuştina jinan, bêcezakirin, polîtîkayên jinan û daxistina cezayan e û got: “Dadgeran ji kujerê Muzeyyen Boylu re got ‘tu bi xêr hatî’. Di rûniştineke doza Şûle Çet de kujer got li ser çapemeniya civakî zext hatiye afirandin. Di bin hişê wan de ev heye ‘em bêdeng bimînin’ em ê li gorî xwe bigirin. Peymana Stenbolê nokteyek krîtîk e û divê pêk bê. Ev peyman ji bo me destkeftî ye lê hem di bin êrîşê de ye hem jî pêk nayê. Li dijî êrîşên li hember destkeftiyên jinan, piştevaniya jinan gelek girîng e. Divê em li dijî her cureyê şîdetê xwe bi rêxistin bikin û destên xwe bidin hev.”