Li Serdeşta Şengalê zehmetiyên zivistanê 2019-12-18 09:08:09   Elmas Nayîf - Nesrîn Hesen   ŞENGAL - Bi hatina zivistanê re şêniyên ku li Serdeşta Şengalê di konan de jiyana xwe didomînin bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin. Jinên Êzidî qala zehmetiyên zivistanê kirin û banga alîkariyê kirin.    Dema fermana 3'yê tebaxê sala 2014'an de gelek jin û zarok ketin destê çeteyen DAÎŞ'ê. Gelek kes ji bo nekevin destê çeteyen xwe ji zinaran avêtin û dawî li jiyana xwe anîn. Di sedsala 21'emîn de jina Êzidî wekî kole hatin firotin û hatin şewitandin. Piştî rizgarkirina Şengalê xelkê Şengalê berê xwe dan çiyayê Şengalê Serdeştê jiyana xwe li vir domandin. Ji ber ku xaniyên gelek kesan hatibûn hilweşandin welatî li konan de jiyana xwe domandin. Her wiha bi hatina zivistanê şêniyên ku li konan de dijîn bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû man. Şêniyan qala zor û zehmetiyên xwe ji ajansa me re vegotin.   'Divê alîkarî bê dayîn'   Şîrîn Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên ku dijîn û wiha axivî: “Jiyana me li Serdeştê gelek zehmet e. Dema zarokên me diçin dibistanê bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ev bû 6 sal em di konan da dijîn. Kesek rewşa me napirse û her wiha alîkariyek jî nayê dayîn. Ez bang li her kesî dikim ku alîkariyê bidin şêniyên Serdeştê. Ji ber ku li vir jiyan gelek zehmet e."   '5 sal in em li Serdeştê dijîn'    Wxunav Xelef diyar kir ku bi hatina zivistanê gelek pirsgirêk derketin holê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev pênç sal in em di Serdeştê dijîn. Bi rastî jî jiyana me li serdeşte gelek zehmet e. Lê em dev ji axa xwe bernadin. Şêniyên ku li vir jiyana xwe didomînin gelek zehmetiyên re rûbûrû dimînin. Bi hatina zivistanê ev zehmetî zêdetir dibin. Baran dibarê, sare, pêwîstî guhartina çadirê, naylonê heye. Lê mixabin ji ber tûnebûnê em nikarin biguherînin. Pisgireka ceyranê jî di zivistanê zêdetir dibe."   'Jiyana Serdeştê gelek zehmet e'   Ciwana bi navê Êzîdîn Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên jiyanê û wiha got: "Jiyana li Serdeştê bi rastî jî gelek zehmet e. Em zivistanê gelek bi zehmetiyan re rûbûrû diminin. Divê hikûmeta Iraqê rewşa şêniyên Şengalê yên ku li konan de dijîn bibîne. Ji ber fermanê malên me xerab bûn û hatin rûxandin. Heke ne wisa bûya em ê vegeriyana gund û xaniyên xwe."