'Gelê Kurd dê heta dawiyê ji bo mafê xwe têbikoşe' 2019-12-18 09:05:36   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Endama Meclîsa Kantona Efrînê Nurşan Hisên êrîş û komkujiyên ku dewleta tirk pêk aniye nirxand û wiha got: "Dagirkeriya dewleta tirk herî dawî li Til Rifetê komkujî pêk anî û car din gelê Efrînê armanc girt, ev tê wateya qirkirin û berdewamkirina komploya navneteweyî."    Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encamê de bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha gelê Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûn. Herî dawî dewleta tirk di 2'yê kanûnê de êrîşî Til Rifetê kir û komkujî pêk anî. Têkîldarî mijarê Endama Meclîsa Kantona Efrînê Nurşan Hisên nirxandin kir.     'Dewleta tirk bi rojane êrîş û komkujîyan pêk tîne'   Nurşanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Dewleta tirk a dagirker ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê her dixwest qirkirina projeya netewa demokratîk pêk bîne. Ji bo wê rojane êrîş û komkujî dikir. Heta roja îro jî êrîş û komployên xwe li ser Gelê Kurd didomîne."   'Berxwedana gelê Efrînê didome'   Nurşan bal kişand ser berxwedana gel û wiha domand: "Gelê Efrînê li Efrînê 58 rojan li hember êrîşên dewleta tirk li ber xwe da. Niha jî gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûye û bi berxwedana xwe bersiva herî bi hêz nîşanî dewleta tirk dide û heta vê kêliyê jî berxwedan û têkoşîna gelê Efrînê didome. Me tu caran dagirkeriya Efrînê qebûl nekiriye, heta em vegerin Efrînê jî em ê her li ser piyan bin. Erdogan berxwedana gelê Efrînê qebûl nekir û carek din êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi hezaran gelê sivîl qetil kir û gel koçber bûn."    'Hebûna gel li Şehbayê rizgarkirina Efrînê mîsoger dike'   Nurşan di dewama gotinên xwe de bal kişand ser armanca dewleta tirk û wiha pê de çû: "Dewleta tirk ji bo dûrxistina gel ji Efrînê, carek din êrîşên xwe li ser gelê Efrînê li Şehbayê zindî kir, ji ber ku hebûna gel li Şehbayê rizgarkirina Efrînê mîsoger dike. Dagirkeriya dewleta tirk herî dawî li Til Rifetê komkujî pêk anî û car din gelê Efrînê armanc girt. Ev tê wateya qirkirin û berdewamkirina komploya navneteweyî. Ev komkujî bi destê hemû dewletan pêk hat. Malbatên şehîdan dê li hember dewletan bêdeng nemînin dê hesab ji dewletan bixwazin. Em tucaran çalakiyên xwe ranewestînin û em ê hesab ji tirkiye û rûsya bipirsin. Rûsya li hemû deverên Şehbayê bi cih bûne û li kêlek navendên wan komkujî pêk tê û bêdeng dimînin."    'Gelê Kurd dê heta dawiyê ji bo mafê xwe têbikoşe'   Nurşan diyar kir ku dê heta serkeftinê mafê xwe bixwazin û wiha got: "Gelê Kurd dê heta dawiyê ji bo mafê xwe têbikoşe. Banga me ji hemû saziyên mafê mirovan û mirovên azadîxwaz heye ku bêdeng nemînin û li hember êrîşan rabin ser piyan."