ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-18 09:00:00     *Xedîce Xelîl jina ji Efrînê, li hember zehmetiyên jiyanê bûye bersiv û  li kampa Newroz ya lê dijî, firoşgehek vekiriye. Xedîcayê dibêjê: "Ez dixwazim aboriya xwe xurt bikim û bibim bersiv ji vê koçberiyê re. Sebra min bê kar nayê."DÎMEN HEYE    *Hunermend  û Endamên  Desteya Tevgera Çand û Hunera herêma Cizîrê, di mijara  êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û rola wan weke hunermend di nava vê pêvajoyê de nirxandin kirin û gotin: "Mebesta dewleta tirk ji êrîşan qirkirina çanda gela ye. Em ê bi çanda xwe bijîn û xemla welatê xwe bi serkeftinan rengîn bikin." DÎMEN HEYE     *Endama Meclîsa Kantona Efrînê Nurşan Hisên êrîş û komkujiyên ku dewleta tirk pêk aniye nirxand û wiha got: "Dagirkeriya dewleta tirk herî dawî li Til Rifetê komkujî pêk anî û car din gelê Efrînê armanc girt, ev tê wateya qirkirin û berdewamkirina komploya navneteweyî." DÎMEN HEYE     *Jina bi navê Hêvîn Şekêr a 40 salî ye bi çêkirina cilên rîs zarokên xwe ji sermayê diparêze. Hêvîn di derbarê çêkirina cilên bi rîs û cureyên wê de axivî û got: "Em rojên zivistanê li kampan bi çêkirina rîz derbas dikin. Em bi hêvî ne sala nû li Efrînê bin. Efrîn axa me bû û hat dagirkirin.”DÎMEN HEYE    *Bi hatina zivistanê re şêniyên ku li Serdeşta Şengalê di konan de jiyana xwe didomînin bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin. Jinên Êzidî qala zehmetiyên zivistanê kirin û banga alîkariyê kirin. DÎMEN HEYE     *Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Rewşa Jinê ya Piştevaniyê Berîvan Ozturk diyar kir ew wek jin cudahiya nasname, ol, îdeolojî ya wan heye û got: “Têkoşîna jinê xurt dibe. Em tu car destûr nedin ku şîdet ji rêzê be û normal be. Em li dijî her cureyê şîdetê têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin.”   *Di 19’ê kanûna sala 2015’an de Taybet Înan a ku hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma. Keçên Taybet laçikên 'reş' didin serê xwe û şîna dayika xwe didomînin. Keça wê Halîme Akin, got: "Dewletê 7 rojan êşê bi me dan kişandin. Ez tu carî vî zilm û wahşetê jibîrnakin. Em ê heta dawiyê bibin şopdarê vê dozê.”  DÎMEN HEYE    *Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmî ya Wanê di polîklînîkên nexweşiyên jinan û welîdînê de tenê du doktor dixebitin û ji ber vê jin bi mehan nikarin randevuyê bigirin. Jinan diyar kirin ku ji bo derman bibin li nexweşxaneyê jî radizên û gotin: “Pere tune ye gel biçe nexweşxaneyên taybet. Rewşeke lezgîn hebe cihekî mirov biçinê tune ye.” DÎMEN HEYE    *Ayşe Tekîn a 25 sal berê ji ber zextên dewletê neçar ma koçî Edeneyê bike, li wir bi hişkirina gûzan debara xwe dike. Ayşeyê bi lêv kir ku di her şert û mercî de têkoşîna jiyana wê didome û got: “Em ê li her qadê, di jiyana xwe ya taybet de di qada polîtîk de têbikoşin ku heta ev zîhniyet qebûl bike.” DÎMEN HEYE    *Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ku di rojên borî de hat vekirin xebatên xwe didomîne. Hîndekarên komeleyê wiha gotin: “Armanca me ev e ku, muzîk û çanda Kurd a ku hewl tê dayîn bên jibîrkirin, bi ciwanan bê bi bîr xistin.” DÎMEN HEYE