Mexmûriyan bi meşekê êrîş şermezar kirin 2019-12-17 16:58:41   MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ( Mexmûr) meşeke girseyî li ber derê şaredariya wargehê dest pê kir heta ber deriyê netewên yekbuyî bi dawî bû.   Meşa girseyî ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî li ber deriyê Şaredariya wargehê bi pêşengiya rêvebertiya Meclîsa Gelê Demokratîk dest pê kir. Heta li ber deriyê (NY) Netewên Yekbuyî berdewam kir. Mexmûriyan di meşê de pankarta bi nivîsa "Dîktator demkî ne, berxwedana gelan her dem e" hilgirtin.    Meşa gel li ber deriyê NY’ê bi daxuyaniyê bi dawî bû. Beriya daxuyanî dest pê bike, ji bo bîranîna tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gel mamoste Mele Şirin axivî û wiha got. “Ev bi salan e dewleta faşit a dagirker a tirk, li ser gelê me komkujiyan pêk tîne. Em ê li dijî vê zilmê têkoşîna xwe bidomînin.”   Mamoste Mele Şirin wiha dewam kir: “Dewleta tirk dixwaze bi awayekî fîzîkî Gelê Kurd ji holê rabike. Komkujiyên mezin ên wekî Dêrsim, Agirî, Geliyê Zîlan, Koçgirî, Botan pêk anîn. Dewleta tirk li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî komkujî pêk anî. Divê NY jî peywira xwe bîne cih û li dijî van komkujiyan derkeve."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana gelê me","Bijî berxwedana Rojava û bijî berxwedana Mexmûrê" bi dawî bû.