Encamnameya komxebata 'Jiyana bê tundî' aşkera bû 2019-12-17 16:11:44   AMED - Ji aliyê Tora Piştevaniya bi Tundiya li Ser JInê re di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Bi Tundiya li Ser Jinê re Komxebata bi sernavê "Jin jiyaneke bê tundî niqaş dikin" hatibû li dar xistin. Encamnameya komxebata hat lidarxistin  hat aşkerakirin.    Tora Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re, encamnameya komxebata xwe ya bi sernavê "Jin jiyaneke bê tudî" dijîn. Di encamnameya ku bal hat kişandin ser polîtîkayên qeyûman û wiha hat gotin: "Girtina komeleyên jinan û navendên piştevaniya jinê encam dan, jinan têkoşîna xwe bi awayekî din bi rêxistin kir. Minaka vê ya herî berbiçav jî Tora Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re ye."   'Hemû cureyên tundiyê zêde  dibin'   Di encamnameyê de hat diyarkirin ku qirkirina jinan ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê ye,  polîtîkayên dewletê yên di warê jinan ên tundiyê teşwîk dikine û wiha hat gotin: "Îkdîara baviksalar, tundiyê ji nû de zêde dike û ev jî tundiya li ser jinê zêdetir dike.  Ev cureyên tundiyê ji hev xwedî dibin.  Li gel ku gelek qanûnên neteweyî û navneteweyî yên dikarin jinan biparêzin û mafên wan ê jiyanê misoger bikin hene jî nayên pêk anîn.  Ji ber vê ye ku tundiya li ser jinan bi hemû cureyên xwe zêde bûye."     'Peymana Stenbolê girîng e'   Di encmnameyê de Peymana Stenbolê hat birxistin û ev tişt hat gotin: "Peymana Stenbolê girîng e. Xaleke din a gîrng jî Rewşa Awarte (OHAL) a li herêm ê ye ku tindiya li ser jinan zêde dike. Girtina komeleyên jinan û navendên piştevaniya jinê encam dan, jinan têkoşîna xwe bi awayekî din bi rêxistin kir. Minaka vê ya herî berbiçav jî Tora Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re ye."    'Piştevaniya jinê hêzê dide'   ‘Di dirêjiya  encamnameyê de hat diyarkirin ku pergala serdest a baviksalar, dixwaze jinan bê dîrok bîr û bawerî  bihêle û ev tişt hat gotin: " Me wekî jin li her welatî li dijî vê tundiyê li ber xwe da. Ev destkeftiyên jinan ku îro hatine bidestxistin divê neyê ji bîrkirin ku encama parastina rewa ya jinê ne.  Ev jî jinan bi hêz dike."