TUAY-DER’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand 2019-12-17 15:40:57   AMED - TUAY-DER’ê ji girtiyên siyasî yên 35 girtîgehên cuda re kartên sersalê şand.    Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê bi boneya sersalê ji girtiyan re kart şand. Endam û rêveberên TUAY-DER’ê li ber postexaneya Ofîsa Amedê kom bûn û kartan ji girtiyên siyasî yên li 35 girtîgehên Tirkiyê re şandin. Rêvebera TUAY-DER’ê Muşeher Ulker daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku ew bi boneya sersalê ji girtiyan re kartan dişînin û got: “Em dixwazin îsal ji bo her kesî bibe sala aştiyê.”    Piştî daxuyaniyê dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin û ji 160 girtiyên siyasî re kartên sersalê şandin.