Li Şirnexê gardiyanan êrîşî girtiyan kir: Du girtî rakirin nexweşxaneyê 2019-12-17 15:34:14   ŞIRNEX - Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê  gardiyanan êrîşî qawîşên girtiyan kirine û di encama rageşiya ku derketiye de du girtiyên birîdar bûne rakirine nexweşxaneyê.   Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê  gardiyanan êrîşî qawîşên girtiyên siyasî kirine û di encama rageşî derketiye. Piştî rageşiya ku derketiye girtî derneketine hevdîtinê û du girtiyên ku navê wan nehat zanîn jî di dema rageşiyê de birîdar bûne.     Girtiyên ku navê wan nehat zanîn rakirine Nexweşxaneyê ya Dewletê ya Şirnexê û hat aşkerakirin ku wê wan îro bişînin girtîgehê.