Êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Pasûrê kirin 2019-12-17 15:03:07   AMED - Kesên ku nehat zanîn kî bûn bi kevir û daran êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Pasûrê kirin. HDP'yiyan gazî polîsan kir lê polîs neatin cihê bûyerê.    Kesên nasnameya wan ne diyar bi dar û keviran êrîşî Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Pasûrê ya Amedê kirin.  Li gorî agahiyên hatin bidestxistin hat diyarkirin ku êrîş duh êvarê pêk hatiye.    Polîs: Xwediyê avahiyê gilî nekir   Rêveberên HDP'ê dema serê sibehê hatin avahiyê pê hay bûn ku êrîşî avahiyê hatiye kirin û zarara malî li avahiyê hatiye kirin. Partîzanan, ji bo ku bên lê avahiyê lêkolînê bikin telefonî Mudurê Emniyetê yê navçeyê kirin, mudur diyar kir ku ji ber xwediyê avahiyê gilî nekiriye nayên cihê bûyerê.