Li Amedê 838 jin bi şîdetê re rûbirû man 2019-12-17 14:51:27   AMED -  Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya Amedê, rapora xwe ya 5 mehan aşkera kir. Li gorî raporê di nava 5 mehan de 838 jin bi şîdetê re rûbirû mane.    Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya Amedê, rapora xwe ya 5 mehan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Remziye Tosun, Dersîm Dag, endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya Amedê û parêzer Oyku Çakmak ve hat xwendin.    Oyku, di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser raporê û diyar kir ku serledanên ku ji saziyên sivîl re hatine kirin dane hatine kom kirin û wiha got: "Di nav 5 mehan de 838 jin li Amed û navçeyên Amedê serî li saziyên sivîl dane. 720 jin bi şîdeta psîkolojîk, 422 jin bi şîdeta fîzîkî, 392 jin bi şîdeta aborî, 321 jin bi şîdeta dîjîtal û 198 jin jî bi şîdeta civakî re rûbirû mane."   'Ji sedî 85 jin bi şîdeta psîkolojîk re rûbirû dimînin'   Oyku, diyar kir ku jin rastî şîdetên cur bi cur hatin û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Piranî jin ji hêla mêrên ku perê zewîcî re rastî şîdetên cur bi cur tên. Ji sedî 85 jin bi pergalî bi şîdeta psîkolojîk re rûbirû mane. Her wiha jin hem di nava malê de û hem jî di nava civakê de rastî şîdetê tên."   '3 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin'    Oyku, di daxuyaniyê de bal kişand ser têkiliya zayendî û wiha axivî: "97 zarok di temenê 15 û 18'an de ne bi têkiliya zayendî re rûbirû mane û ketin qeydên fermî. Di nav daneyan de zarokên ku bi zorê hatine zewicandin jî hene. Hinek qeydên fermî de wekî daxwaza zarok heyî têkiliya zayendî pêk hatiye hatin nîşandan. Li Amedê di nava 5 mehan de 3 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin. Her wiha li bajêr bûyerên xwekuştinê jî zêde bûne. Em xwekuştinê jî wekî cînayet dinirxînin. Li gorî me xwekuştin di hêla civakî û edlî de divê bê lêkolînkirin."   'Têkoşîneke hevpar divê bê dayîn'   Oyku, diyar kir ku wekî saziyên pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê li bajarên din jî serlêdana jinan qebûl kirine û wiha dom kir: "Li bajarên Tirkiyeyê jî di nava 5 mehan de 62 serlêdana jinan qebûl kirine. Em bûn alîkarî van jinan jî. Di nav 5 mehan de em mudaxilê gelek dozan jî bûn. Li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinê, kuştina jinê, zewicandina bi zorê ya zarokan û bûyerên xwekuştinê gelek zêde dibin. Şîdeta ku di nava civakê de li pêş dikeve herî zêde li ser jinê bi bandor e. Li dijî şîdetê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn."