Rojanamegeran ji bo Azîz Oruç banga piştevaniyê kir 2019-12-17 13:50:54   AMED - Di daxuyaniya derbarê binçavkirina Rojnameger Azîz Oruç  ku ji aliyê rojnameger û rêxistinên pîşeyî ve hat dayîn de Berdevka MKGP'ê Ayşe Gunay axivî û wiha got: "Ez bi Azîz re xebîtî me, min rojnaegertiya wî dîtiye û ez bang li her kesî dikim ku bibin piştevanê wî."   Di pêşengiya Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad û Nurnertiya Sendîkaya Rojnamegeran a Amedê (TGS) de derbarê Rojnameger Azîz Oruç ku hat binçavkirin de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî hat dayîn.  Di daxuyaniya ku hat  dayîn de Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Remziye Tosun û Dêrsim Dag, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajêr û gelek rojnamegeran cih girt.    'Em bang her kesî dikin ku piştgiriyê bidin'   Di destpêka daxuyaniyê de Berdevka MKGP'ê Ayşe Gunay axivî û wiha got: "Azîz Oruç rojnameger e û min ji rojnamegertiya wî re şahidî kiriye. Ez pê re xebitî me. Ez jê gelek tişt hîn bûm. Ez dixwazim Azîz û kesên pê re di bin çavan de ne serbest bên berdan.  Divê ne rojnamegertiya Azîz  qanûn bên niqaşkirin. Ji bo ku em rastiyan bi hev re bibêjin em li vir in. Ez bang li her kesî dikim li dijî pêkanînên li hember Azî pêk hatin bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin."   'Hevjînê min di serî de rojnameger e'   Piştre hevjîna Azîz Hulya Oruç axivî û ev tişt got: "Hevjînê min di serî de rojnameger e û pişre bav e. Ez dixwazim hevjînê min demildest bê berdan."   'Em dixwazin Azîz Oruç serbest bê berdan'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî diayr kir ku li Tirkiyeyê medyaya alîgir bi çepikên ku  ku ji bo hovîtiya îktîdarê lê dide  li ser piyan e û wiha dirêj da axaftina xwe: "Çapemeniya Azad tê wateya wicanê civakê, demokrasiya gelan û ragihandina rastiyan a ji bo civakê. Di kesayeta Azî Oruç de careke din me wêneyê Tirkiyeyê kişandiye. Li Tirkiyeyê hemû kesên ku îktîdarê rexne dikin wekî terorîst tên îlankirin. Medyaya alîgir û îktîdar tev de dizanin ku Azîz Oruç rojnameger e .Di kesayeta Azîz Ogur de em dixwazin hemû xebatkarên çapemeniya azad serbest bên berdan."