Aktivîsta ziman û wêjeyê Anîsa Cehferî li Îranê hat binçavkirin 2019-12-17 11:30:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê bi ser mala aktivîsta ziman û wêjeya Kurdî, Anîsa Cehferî de girtin û binçavkirin. Her wiha dest danîn ser hemû kel û pelên taybet yên aktivîsta jin jî.   Binçavkirina çalakvanên civaka sivîl û aktivîstan, ji aliyê hêzên rejîma Îranê dewam dike. Li bajarê Şabad ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê hêzên rejîma Îranê avêtin ser mala aktivîsta ziman û wêjeya Kurdî Anîsa Cehferî Mêhr û binçavkirin.   Li gorî malbata Anîsa, hêzên rejîmê yên rû girtî, dema serdegirtinê de, hemû kel û pelên Anîsa yên taybet jî desteser kirine. Herwiha hate gotin ku hêzên rejîmê bi hinceta Anîsa li ‘dijî asayîşa netewî’ kar kiriye, hatiye binçavkirin. Nayê zanîn bê ka jina ciwan Anîsa bi kuve birine û niha li ku derê tê ragirtin.   Anîsa Cehferî xwendekara zimannasî ya masterê ye, ji bo temamkirina masterê, bi zimanê Kurdî taybet jî zaravayê Kelhurî lêkolîn dikir. Anîsa aktivîsa ziman û wêjeya Kurdiye. Her wiha niha endama Desteya Nivîskarên Govara ‘J’ye. Govara J govarek wêjeyî ye û li Ewrupa û Rojhilatê Kurdistanê derdikeve.