‘Ez pêkanînên ku rûmeta mirovahiyê dişkînin qebûl nakim’ 2019-12-17 09:11:01   Rengîn Azîzoglu   AMED - Bêrîvan Kurt ku çû hevdîtina xwişka xwe Saadet Kurt û ji ber li dijî lêgerîna giran hat du hefte qedexeya hevdîtinê lê hat birîn û wiha got: “Ez bang li malbatên girtiyan dikim. Ji ber zarokên me xizmên me di destê wan de ye, nayê wateya ku em van pêkanînan qebûl bikin. Bila van pêkanînên ku rûmeta mirovahiyê dişkînin qebûl nekin.”   Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Yek ji girtiyên ku rastî binpêkirina hatiye û niha tahliye bûye Bêrîvan Kurt e. Bêrîvan ku piştî tahliye bû û çû hevdîtina xwişka xwe Saadet Kurd, dîsa rastî binpêkirina maf hat.   ‘Ji ber em li dijî lêgerîna giran hatin, me ceza girt’   Bêrîvanê diyar kir ku di girtîgehê de dema stranek dihat gotin lêpirsîn dihat vekirin û got: “Dema girtiyan îtîraz dikir vê carê bi cezayên dîsîplînê dihatin çewisandin. Niha li girtiyan gelek lêpirsîn li ser hev tên vekirin. Qedexeyên ragihandinê û hevdîtinê. Nameyên tên, komîsyona xwendinê serê wan reş dikin. Ligel vê name nayên dayîn. Nameyên ji Amedê tên yekê nadin girtiyan. Bi zanebûn nameyan dereng didin. Em ne li dijî lêgerînê ne lê em li dijî lêgerîna giran in. Em lêgerîna digihêje destdirêjiyê û rûmeta mirovan dişkînin naxwazin. Dema ez li girtîgehê bûm jî lêgerînên wisa dihatin kirin. Em li dijî vê derketin û me cezayê hucreyê girt.”   ‘Di xwarinan de tiştên nebaş derdiket’   Bêrîvanê bi lêv kir ku dema girtîgeha Tîpa E bûye zext dihat kirin lê girtiyan bi berxwedanê destûr nedida û wiha berdewam kir: “Girtîgeha kampusê ya nû hatiye çêkirin, ji bo bi derûniya mirovan bilîzin hatine çêkirin. Qasî qutiyekê ye. Hewandak dirêjiya 12 gav, firehiya wê 7 gav e. Mirov nikarin bimeşin. Dema em nû çûn me spor nedikir. Me du mehan ji hevalan agahî negirt. Xwarin gelek bi pirsgirêk bûn. Di xwarinan de naylon û pisiya mişkan derket.”   ‘Girtî her tim tên temaşekirin’   Bêrîvanê destnîşan kir ku girtîgeh li gorî ku, ji girtî çi diaxivin, çi dikin, hatine çêkirin û got dengê wan bi rehetî diçû koguşa din û got: “Kamera mijarek din e. Me bi dehan carî got bila bê çareserkirin. Herî dawî girtiyan kamera şikandin. Niha dîsa kamera anîne. Pirtûkan bi sînor didin.”   ‘Girtiyan berxwedanek cidî nîşan dan’   Bêrîvanê bi lêv kir ku girtiyan li dijî lêgerîn û cilên yekreng berxwedanek cidî nîşan daye û wiha bi lêv kir: “Rêveberî zextên nikarin li girtiyan bikin vê carê li malbatan dikin. Em nikarin bi rengên kesk an jî kapuşon biçin. Di lêgerînê de dîsa zext tên kirin. Gardiyan jin in, lê wisa bûne mêr ku li ser navê jintiyê tiştek bi wan re nemaye. Ez vê bangê li girtiyan dikim. Ji ber zarokên me xizmên me di destê wan de ye, nayê wateya ku em van pêkanînan qebûl bikin. Bila van pêkanînên ku rûmeta mirovahiyê dişkînin qebûl nekin.”