19'emîn salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Berpirs nehatin darizandin 2019-12-17 09:10:08   Gulîstan Azak   STENBOL - Bi navê ‘Operasyona vegera li jiyanê’ li hemberî girtiyên Girtîgehên Tîpa F komkujiyek pêk hat û di ser komkujiyê de 19 sal derbas bû. Lê hîna jî gumanbar nehatine darizandin. Parêzera dozê Gulîzar Tuncer diyar kir ku di dozên berdewam dikin ku polîtîkayên bêcezakirinê ya der barê gumanbaran de didomin.   Di bin navê ‘Operasyona vegera li jiyanê de’ di 19’ê kanûna 2000’î de li girtîgehan komkujî pêk hat û di ser komkujiyê de 19 sal derbas bû. Di 20’ê cotmeha 2000’î de hikûmetê armanc kir ku pergala girtîgehên ‘Tîpa F’ derbas bike û bi armanca vê bi sedan girtî bi 19 daxwazên sereke çalakî dan destpêkirin û hinek girtiyên siyasî ji ber bersiva çalakiya wan nehat dayîn di roja 45’an de ketin rojiya mirinê. Ev çalakiya girtiyan bi komujiya di bin navê ‘Operasyona vegera li jiyanê’ ya di 19’ê kanûnê de destpê kir, hat bidawîkirin. Hikûmeta demî di sibeha 19’ê kanûnê de saet di 04.30’an de li 20 girtîgehê bi awayekî hevdem operasyon da destpêkirin. Di operasyonan de çekên giran, madeyê kîmyewî, maşîneyên kar, helîkopter û bombeyên gazê bikar anî. Sîwaneyên girtîgehan hatin parçekirin, dîwar hatin parçekirin û êrîşê girtiyan kirin.   Operasyon bi tevlîbûna sedan polîs, leşker, gardiyan û kontragerîla hat kirin û 30 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes bi giranî birîndar bûn. Rojiya mirinê û operasyon, bi mirina 122 kesî, birîndarbûna sedan kesî, seqetbûna 500 kesî di dîrokê de cihê xwe girt.   Li ser hemû geşedanên hatin jiyîn, li dijî girtiyên ji operasyonê sax xilas bûn ji sûcên cuda yên wekê ‘ji qestî kes kuştin’, ‘li dijî rêveberiya girtîgehê serhildana bi çek’ doz hatin vekirin. Parêzera doza komkujiya 19’ê Kanûnê Gulîzar Tuncer pêvajoya doza komkujiyê ji ajansa me re vegot.   ‘6 girtiyên jin bi zindî hatin şewitandin’   Parêzer Gulîzar Tuncer diyar kir ku li Tirkiyeyê li hember girtîgehan gelek êrîş hene û yek ji van jî ya 19’ê kanûna 2000’î de hatiye jiyîn û der barê demê de ev tişt vegot: “Dewletê hemû hêzên xwe seferber kir bi hezaran leşker, polîs, tevgerên taybet, memurên parastina înfazê û maşîneyên kar operasyon pêk anî. Bi hezaran gule û bombeyên gazê bikar anîn. 30 girtî jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan girtî jî birîndar bûn. Pisporên tipa edlî yên demê gotin gaza dişibe fosforê hatiye bikaranîn. Rayedarên leşkeran yên di operasyonê de cih girtibûn diyar kirin ku di jiyana xwe de yekem car bombeyên destan yên ‘ne di envanterdeya leşkerî de ne’ bikar anîne. Êrîşa herî mezin jî li hember girtiyên jin pêk hat. Bi taybet li girtîgeha Bayrampaşeyê 6 girtiyên din bi zindî hatin şewitandin. Girtî Hacer Arikan salekê bi giranî birîndar li girtîgehê ma. Girtiyên din yên bi rîngan birin girtîgehên din rastî îşkence û tecawizan hatin. Ev hemû bi raporan hat tespîtkirin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarên tespîtkirina binpêkirinê dan.”   ‘Biryarên beratê tên dayîn’   Gulîzarê bi lêv kir ku tevî hemû êrîşan ji sûcên ‘serhildan’ û ‘zirar dane mal’ li girtiyên sax xilas bûne, doz hatin vekirin û wiha axivî: “Piştre li leşkerên di operasyonê de cih girtin, ji ber ferzbû ku doz lê bê vekirin, hat xwestin ku ji sûcên ‘di doza rewa de cih girtin’, ‘talîmata cemawerî anîn cih’ bên darizandin. Yanî ev hemû xalên ku bêcezabûnê dixwazine. Hemû dosyayên operasyonê bi vî awayî encam bûn. Biryên beratê hatin dayîn."   ‘Doza Bayrampaşa 10 sal şûnde hat vekirin’   Ji bilî dozaya girtîgeha ya Umraniyeyê, niha dosya Bayrampaşayê jî didome. Dosya Bayrampaşeyê jî 10 sal şûnde hat vekirin. Piştî biryarên DMME’ê bi zor hat vekirin ev doz. Lîsteya pewyirdarên operasyonê 13 sal şûnde, plana mudaxaleya bi navê ‘TUFAN’ jî 11 sal şûnde ket dosyayê.”   Gulîzarê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku der barê cendermeyên ku di dosyayên dozê de berpirs tên dîtin de doz hatibûn vekirin û tevî ku delîlên ku têrî cezakirina berpirsan dikir, dadgeha biryarên beratê dane. Gulîzarê her wiha destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezakirinê yên der barê gumanbaran de didome û got: “Li vî welatî çawa ku komkujî bûne polîtîka û kevneşopiya dewletê, bêcezakirin jî wek polîtîka dewletê didome.”