'Şaristaniya gelan hedef digirin' 2019-12-17 09:09:05   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat, derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de wiha got:"Dewleta tirk û çeteyên wê şaristaniya mirovan hedef digirin. Bi kiryarên dewleta tirk mirovahî di nava xeteriyê de ye. Şaristaniya gelan hedef digirin"     Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Di van êrîşan de ne tenê Gelê Kurd, hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat hedefgirtin. Di encama şer de bi sedan pêkhateyên ereb, kurd, suryan, aşurî, keldan û ermen hatin qetilkirin û cihên baweriyên wan hatin hedefgirtin. Tevî van êrîşan gel yekbûyina  xwe ava kir û  tax, bajar û gundên xwe parastin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat nêrînên xwe parve kir.    'Dewleta tirk desthilatdariya xwe li ser netewan rawe dike'   Lînayê di destpêka axaftina xwe de behsa komkujiyên dewleta tirk kir. Lînayê wiha got: "Di sedsalên 510'an de imparatoriya osmanî pir bi hêz bû. Gelek komkujî pêk anî. Hemû pêkhate hedef girtin û komkujî li ser wan kir. Niha jî dewleta tirk hemû pêkhateyan qir dikin. Di van komkujiyan de dewleta tirk desthilatdariya xwe li ser netewan rewa dike."      'Armanca hedefgirtina netewan, qirkirina nasname û hebûna mirovan e'   Lînayê wiha domand: "Di dîroka dewleta tirk de gelek komkujî çêbûne. Niha li Rojava Gelê Kurd hedef tê girtin. Armanc ew e ku dîrok, çand, nasname, ziman û mirasê gelan tune bike. Ger di serdema nû de em qala komkujiyan bikin va ye Efrîn mînaka yekem e di nav de jî vîna jin, şûnwarên dîrokê û îradeya gelan tune kir. Niha jî berdewamiya van komkujiyan li Girê Spî û Serêkaniyê didomin. Dewleta tirk a dagirker wek xwediyê axa Sûriyeyê  xwe dide  nîşandan. Bi vê dagirkeriyê ve girêdayî sûcê şer li dijî mirovan tê kirin. Rêxistinên mafê mirovan  ji van kiryaran bê deng in. Zêdetirî 100 salî ye li ser komkujiya ermeniyan re derbas bûye. Dewleta tirk di nava dîrokê de sûcên mirovahîyê kiriye loma divê were cezakirin."     'Şaristaniya gelan hedef digirin'   Lînayê wiha bi dawî kir:"Sûriye di aliyê netew û olan de nexşeyek rengîn e. Di vî welatî de hemû mirov wekhev dijîn. Wehheviya me rengê şaristaniya me dide diyarkirin. Mafê her mirovekî ye ku di welatê xwe de azad bijî. Dewleta tirk şaristaniya mirovan hedef digire. Heta dewleta tirk van kiryarên xwe dewam bike, dê mirovahî di nava xeteriyê de be. Divê li hember kiryarên dewleta tirk, dewletên navneteweyî sekna xwe nîşan bidin û rê li pêşiya komkujiyan bigirin."