Jinên Tewîlayê: Jiyana me ya hevpar hedef tê girtin 2019-12-17 09:07:42     HESEKÊ - Jinên gundê Tewîlayê yên ku malên xwe sererast dikin nêrînên xwe yên derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de anîn ziman. Jinan gotin:"Êrîş û dagirkerî dê nabin sedem ku em dev ji têkoşîna xwe berdin. Em ê li dijî dijmin her li ser piya bin."   Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên ku ji 9'ê Cotmehê de dest pê kiriye heta niha tevî agirbesta hatiye îlankirin, dewam dike. Gundê Tewîlayê yê girêdayî Navçeya Til Temirê gelek caran rastî topebaranê tê. Şêniyên gund jî tevî ku xeterî li ser wan heye, lê dîsa vegeriyane gund û niha dest bi sererastkirina malên xwe kirine. Jinên gund jî di derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê de nêrînên xwe anîn ziman.   'Jiyana me ya hevpar hedef tê girtin'   Hekşa Ehmed bi lêv kir ku berî niha jiyana wan ya komînal gelekî serkeftî bû, lê bi êrîşan re rewş hate guhertin û wiha dom kir: "Jiyana ku me li vir ava kir gelek kes bi hesreta wê bûn. Ji aramiyê, ewlehiyê û heya jiyana komînal bigire serkeftî bû, lê ji ber ku ne li gorî berjewendiyên dewleta tirk e hat  hedefgirtin. Em di buhiştê de bûn, lê ev ji du heyvan zêdetir e ji ber êrîşan rewş guherî û dewleta tirk û çeteyên wê aramî û ewlehiya herêmê têk bir û êrîşê sivîlan kir. Her çiqasî xeterî hebe jî em ê jiyana xwe li gundê xwe berdewam bikin."   'Yekîtiya me ji hişmendiya qirker mezintir e'   Elya Hesen a Ereb, diyar kir ku armanca dewleta tirk veqetandina gelê herêmê ye û wiha dewam kir:"Kes nikare nêrîna me ya derbarê gelê kurd de bide guhertin. Em êrîş û tundiya li ser gelê kurd qebûl nakin. Çi ereb çi kurd û çi aşûrî em hemî yek in û kes nikare yekîtiya me bi dawî bike. Dewleta tirk û hemû hêzên girêdayî wê jî nikarin tevliheviyê bixin navbera netewên li vir dijîn, ji ber ku yekîtiya me ji hişmendiya wan a qirker xurtir e."   'Em wekî darên zeyîtûnê ne û li her derê şîn tên'   Emîne Mihêsin jî dibêje ku ew wekî darên zeyîtûnê ne, bi hezarê salan dijîn û şîn dibin û wiha pê de çû: "Ruxmî êrîşan em mala xwe sererast dikin, malên me jî hilweşînin em ji gundê xwe dernakevin. Em wekî darên zeytûnê ne. Li her derê em şîn tên û tu kes nikare serî li me bide tewandin."   'Dewleta tirk dixwaze tola neviyên xwe DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê hilgire'   Henan Hayîs jî wiha got:"QSD'ê DAIŞ û Cebhet El-Nusra têk bir. Dewleta tirk dixwaze tola neviyên xwe DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê hilgire. Di bin navê herêma qaşo ewle de me qir dikin. Ger tirkiye ji nava axa me derkeve em ê aram bijîn."