ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-17 09:00:00   *Pisîka Wanê bi taybetiyên li cîhanê navdar in. Xwediyê mala pisîkên Wanê Ferhat Bilicî diyar kir ku ji ber mudaxaleyên bêpergal ên mirovan nifşê pisîkan bi tunebûnê re rûbirû dimîne. DÎMEN HEYE    * Elîf Coşan li Sûra Amedê xwaringek vekir û 8 sal in jî li gel zor û zehmetiyan karê xwe dimeşîne. Elîf got: "Divê jin ji bo aboriyeke serbixwe di nava têkoşînê de be." DÎMEN HEYE   *Dema tu li rewaşa Başûrê Kurdistanê binêrî tu matmayî dimînî ku ji ku derê dest bi nirxandinê bikî Ji çavkanîya pirsgirêkan dest pê bikim ez ê ji bin vê dernekevim. Gelo bi encam dest pê bikim, wê alî rêbaz de mirov bikeve nava şaştîyan, ji sedeman bigirim, ne deh û ne sedan e. Ji nirxandina ser kîjan beşên civakê dest pê bikim? Êdî hema hema herkes di nava rewşa mexdûrîyetê de ye.    *Jinên Navçeya Zirganê ji ber buhabûn û nepeydakirina pêdiviyên jiyanî ya ji ber şer debara xwe bi baxçeyan dikin. Jinên ku debara xwe bi çandina fêkiyan dikin wiha gotin:"Di nava şerd û mercên dijwar ên şer de em hewil didin ku li ser piyên xwe bisekinin. Em hewil didin bi çandiniyê debara xwe bikin." DÎMEN HEYE   *Jinên gundê Tewîlayê yên ku malên xwe sererast dikin nêrînên xwe yên derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de anîn ziman. Jinan gotin:"Êrîş û dagirkerî dê nabin sedem ku em dev ji têkoşîna xwe berdin. Em ê li dijî dijmin her li ser piya bin."DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat, derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de wiha got:"Dewleta tirk û çeteyên wê şaristaniya mirovan hedef digirin. Bi kiryarên dewleta tirk mirovahî di nava xeteriyê de ye. Şaristaniya gelan hedef digirin"   DÎMEN HEYE   *Bi navê ‘Operasyona vegera li jiyanê’ li hemberî girtiyên Girtîgehên Tîpa F komkujiyek pêk hat û di ser komkujiyê de 19 sal derbas bû. Lê hîna jî gumanbar nehatine darizandin. Parêzera dozê Gulîzar Tuncer diyar kir ku di dozên berdewam dikin ku polîtîkayên bêcezakirinê ya der barê gumanbaran de didomin. DÎMEN HEYE    *Piştî qedexeya derketina derve ya li Şirnexê gelek avahî hatin hilweşandin, li şûna xaniyên hatin hilweşandin TOKÎ hatin avakirin. Lê malbatên ku di TOKÎ'yan de bi cih bûn bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû man. DÎMEN HEYE    *Bêrîvan Kurt ku çû hevdîtina xwişka xwe Saadet Kurt û ji ber li dijî lêgerîna giran hat du hefte qedexeya hevdîtinê lê hat birîn û wiha got: “Ez bang li malbatên girtiyan dikim. Ji ber zarokên me xizmên me di destê wan de ye, nayê wateya ku em van pêkanînan qebûl bikin. Bila van pêkanînên ku rûmeta mirovahiyê dişkînin qebûl nekin.”  DÎMEN HEYE    * Endezyara Elektronîk û Elektîrîkê Işik Gurbulak, li dijî pêkanînên zayendperest ên di pîşeya wan de bang li hevpîşeyên xwe yên jin kir û got: “Gotina me ya em bêjin heye, hêza me ya biguhere heye” DÎMEN HEYE   *Endama MYK HDP’ê Ozlem Gunduz, operasyonên qirkirina siyasî û polîtîkayên îmhayê yên li hember HDP’ê nirxand û got: “Hemû kesên ji polîtîkayên zextxwir ne rehetin, bendewariya wan a ji HDP’ê roj bi roj zêde dibe. Li dijî van êrîşan xebatên rêxistinbûnê wê bi awayekî xurtir bidome.”