Panela 'Ewlehiya Rojnamegerên Jin' hat lidarxistin 2019-12-16 15:56:57   STENBOL - Li Stenbolê ji hêla CFWIJ û TGS'ê ve bi navê “Ewlehiya Rojnamegerên Jin" panelek hat lidarxistin. Di panelê de rojnamegerên jin qala tecrûbeyên xwe kirin.    Koalîsyona Jinên Rojnameger (CFWIJ), bi hevkariya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) li akademiya TGS'ê ya Stenbolê bi navê "Ewlehiya Rojnamegerên Jin" panelek li dar xistin. Li gel şandeyên TGS û CFWIJ'ê gelek rojnamegerên jin tevlî panelê bûn.    Di panelê de li ser ewlehiya rojnamegerên jin axaftin hatin kirin. Sazkar û dîrektora CFWIJ'ê Kiran Nazish, Midûra Şewirmendiya Gerdûnî Sulome Anderson û Endama Komîsyona LGBT û Komîsyona Jinan a TGS'Ê Gulfem Karataş û Şafak Tîmûr wekî axaftvan tevlî panelê bûn.    Kiran, di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî rojnamegerên jin û wiha got: "Em dixwazin bibin bersiva çareseriya pirsgirêkên rojnamegerên jin. Ji ber ku betîr jin bi şîdetê re rûbirû dîminin. Li qada ku dixebitin de bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin. Herî zêde rojnamegerên jin hedef tên girtin. Rojnamegerî ji bo pêşketina demokrasiyê girîng e. Divê hikûmet pirsgirêka rojnamegeran çareser bike."   Gulfem, di paneledê diyar kir ku rojnamegerên jin gelek caran bi tacizrê re rûbirû dimînin û wiha axivî: "Rojnamegerên jin ji hêla polîsan ve tên tehdîtkirin. Ji ber wan sedeman divê rojnameger bikarin xwe biparêzin. Rojnameger li dijî şîdet û cudakariyê nûçe çêdikin û ev tişt bandorê li ser jiyana wan a rojane dike. Lê gelek caran wekî nûçeyek lê dinêre, ji bûyerên heyî xwe ji dûr dixe."   Sulome û Şafak Tîmur jî bal kişandin ser tecrûbeyên xwe ya rojnamegeriyê û qala êrîş û zextên li hemberî rojnamegeran kirin.    Panel bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.