Desteya Çand û Hunerê li Rimêlanê konser li dar xist 2019-12-16 10:07:35   QAMIŞLO - Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê, ji bo piştgiriya Gelê Girê Spî û Serêkaniyê li bajaroka Rimêlan konserek li dar xist.   Bi armanca piştgiriya gelê Girê Spî û Serêkaniyê ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê koçber bûne, Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê bi dirûşma "Bi çand û awazên me hêza me mezin dibe" konserek bi amadebûna hunermend Baran Dilbihar, Sumeyya Serêkaniyê û koma Cudî ya bajarê Dêrîkê li Çand û Hunera Aram Tigran a bajaroka Rimêlan a girêdayî navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişloyê li dar xist. Di konserê de şêniyên bajaroka Rimêlanê, sazî û dezgehên sivîl amade bûn.     Konser bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê hunermend Sumeyya Serêkaniyê, Baran Dilbuhar û koma Cûdî stranên xwe pêşkêş kirin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.