ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-16 09:00:00   *Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne, zehmetiyên ku di demsala zivistanê de li kampan dijîn wiha parvekirin: "Şêniyên Efrînê li kampan gelek zehmetiyan dijîn, lê belê li hember hemû zehmetiyan li ber xwe didin." DÎMEN HEYE   *Li Tirkiyeyê û heremê ji roja ku OHAL hatiye rakirin heta niha qedexeyên walîtiyê bênavber didomin û bajar bi OHAL’ê tên rêvebirin. Ev qedexeye herî zêde jî ji HDP’ê re derbasdar in. Têkîldarî qedexeyên walîtiyê Hevseroka HDP’ê ya Muşê Aynur Sarica axivî. DÎMEN HEYE   *Jinên ku tevlî civîna salane ya komîna şehîd Şîlan bibûn axivîn û gotin: "Jinan bi kar û xebatên xwe ji cîhanê re îspat kir ku jin hêze û ya ku civakê bi rêve dibe jin e." DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Jinên Suryan Siham Qeryo teqez kir ku armanca Rêveberiya Xweser parastina gel û herêmê ye û got: "Dagirkirina dewleta tirk projeya Rêveberiya Xweser hedef dike." BI DÎMEN   * Welatiyên ku ji neçariyê koçber bûn û hatin Çukurovayê ji ber şert û mercên zivistanê pirsgirêkan dijîn û  gotin: “Em li ser axa kesên din bûn kole. Bila êdî dengê me bê bihistin." DÎMEN HEYE   *Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 2017’an de derket holê ku 7 zarokên girtî zarokekî din ewil derb kirine û piştre jî îstîsmara zayendî li hember pêk anîne.   * Endama MYK ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku li girtîgehan hezar û 334 girtî nexweş in û got: “Hinek pirsgirêkên ji ber 3 protokolan pêk tê hene. Di sewqkirinên ji girtîgehan heta nexweşxanê ewlehiya derve teslîmê cendermeyan tên kirin. Dibêjin hejmara personelan ‘kêm e’ û sewqkirinê nake. Ji ber zû nayên sewqkirin jî nexweşî pêş dikevin.” DÎMEN HEYE    *Sema Satir di hilbijartinên 31’ê Adarê de li taxa xwe bû namzeta keyatiyê, lê rastî astengiyan hat û jê re gotin jin nikare bibe keya. Sema Satir ji bo bibe bersiva li dijî êrîşên li hember jinan, xwe amade dike ku kurtefîlmek bikişîne û got: “Tu kes nikare hêza jinan sivik bibîne. Ez ê bersiva xwe bi fîlmê xwe bidim.” DÎMEN HEYE