Parlamentera HDP’ê ya berê Mulkiye Bîrtane hat berdan 2019-12-13 12:14:06   AMED - Parlamentera HDP’ê ya berê û zimanzan Mulkiye Bîrtane ya girtî dihat darizandin hat berdan.    Danişîna 3’yemîn a doza Parlamentera Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Qersê ya berê û zimanzan Mulkiye Bîrtane ku ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dihat darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Mulkiye Bîrtane bi bi rêya dîmen ji Girtîgeha Xarpêtê beşdarî danişînê bû. Malbata Bîrtane, parêzer, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û endamên KCD’ê doz şopandin.    Piştî parastinan heyeta dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Mulkiye birî û biryara berdana wê da.    Tê payîn di saetên pêş de Mulkiye ji girtîgehê derkeve.