Ciwan li dijî zewicandina zarokan komcivînek pêk anîn 2019-12-12 16:41:01   HELEB - Tevgera Jinên Ciwan û Jinên Ciwan ên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li dijî zewicandina zarok û şîdeta li hemberî jinê komcivînek li dar xistin.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, di çarçoveya danasîna xeterî û bandoriyên zewaca bi temen biçûk û şîdeta li hemberî jinê komcivînek li darxistin. Komcivîn li navenda ciwanan a Taxa Şêx Meqsûd Xerbî pêk hat. Bi dehan jin ji sazî û rêxistiên jinan tevlî komcivînê bûn. Komcivîn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir   Li ser navê Jinên Ciwan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hêva Dedo axivî û wiha got: "Em di nava civakekê de ne ku bi kevneşopiyên xwe ve girêdayî ne û dijîn. Divê em di hin mijaran de li ser bisekinin û serarast bikin. Zewaca bi temena biçûk tundiyeke li ser jinê ye, divê jin bi xwe rabin û ev yekê li ser xwe qebûl nekin. Divê jin xwe perwerde bikin û bi rêxistin bikin. Jin pêşeroja xwe di zanebûn û fikirê xwe de dibînin, bila xwe di zindana malê de girênedin. Ger jin bighêjin asta zanabûnê, wê gavê em ê ji van pirsgirêkên çivakî dûr bikevin. Jin civak bi xwe ye, gerek xwe teslîm neke û tekoşîna xwe bidomînê. Ji mafê jinê ye ku ji bo pêşeroja xwe bifikirin."  Em weke jinên ciwan ji erka me ye  ku em ciwana perwerde bikin û pirisgirêkên di nava civakê xwe de xelas bikin. Divê jin piştgiriyê bidin hev."   Komcivîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.