ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-12 09:00:00   *Nursel Dalmiş a ku got, "Li mala me li ber derî me dikujin em li hember vê bêdeng bimînin?" û tevli Berxwedana Cizîrê bû di çavên dayika xwe de hîna 18 salî ye... BI DÎMEN   *Şêniyên Efrînê ev du salin ji axa xwe koçber bûne û hinek ji wan malbatan berê xwe dan kampa Newroz, zarokên ji Efrînê ku bi malbatên xwe re li kampê dimînin axivîn û gotin: "Em dixwazin di demek nêz de vegerin mala xwe." BI DÎMEN   *Fatma Ozbay ku 22 sal in di girtîgehê de ye û teşîsa pençeşêra memikan lê hatiye danîn, surgunê girtîgeha Tîpa E ya Erziromê hat kirin û ji ber li wir nehat dermankirin nexweşî li bedena wê belav bû. Fatma ku nikare hewcedariyên xwe yên şexsî jî pêk bîne, dixwaze sewqî cem xwişka xwe Sulumser Ozbay ya li girtîgeha Şakranê ye.   *Koçerên Mêrdînê bi hatina zivistanê re ji zozanan daketin kontarên çiyayên Bagokê û li şikeftan bicih bûn. Koçer tevî şert zor û zehmet in dîsa hewil didin. Koçeran diyar kirin ku kesên hînî koçeriyê bûbin carek din dest jê bernadin.  BI DÎMEN   *Jinan diyar kirin ku Tirkiye dîsa di hawira zext û şîdetê de ketiye Hefteya Mafên Mirovan û got mafê hilbijartinê ji destê wan hatiye girtin. Jinan her wiha daxuyakirin ku qeyûm tayînê îradeya wan kirine û mafê wan ê hilbijartinê tê xespkirin. BI DİMEN   *Kampa Waşokanî ya ku gelê Serêkaniyê û Girê Spî koç kirinê, birînên xwe bi pergala xweser dikewînin. Li her derê kampê hêvî û berxwedan serdest e.   *Jina bi navê Rabîa Naz Vatan biguman jiyana xwe ji dest dabû û ji bo wê komîsyona lêkolînê hatibû avakirin. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu ya di komîsyonê de cih digire diyar kir ku di lêpirsînê de kêmasiyên cidî hene û got: “Lêpirsîna Nadîra Kadîrova jî bi heman awayî didome. Qada rojnaemgeriyê tê tengkirin û bûyerên mîna Rabîa Naz û Nadîra Kadîrova nayê ronîkirin.   *Endama  Meclisa Sûriyeya Demokratîk  Fatma Hûsên, derbarê xeteriya zindîbûna çeteyên DAIŞ'ê de nêrîna xwe anî ziman û got: "Terora DAIŞ'ê civak di tehlûkeyan re derbas kir. Zindîbûna terora DAIŞ'ê xeteriya li ser tevahî cîhanê ye. " BI DİMEN   *Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Cizîrê Sebah Osman di derbarê êrîşên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir û got: "Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze dengê azadiya wekheviyê bifetîsîne, lê em nahêlin ku dengê azadiyê were qutkirin."BI DİMEN   *Zarokên ku di encama komkujiya Til Rifetê de birîndar bûne, Dayikên wan axivîn û gotin: "Ji bo em rastî komkujiyê neyên em ser axa xwe koç bûn û li Til Rifetê bi cih bûn, lê rojane Erdogan û çeteyên wê êrîşên me dike û komkujiyan pêk tîne." DÎMEN HEYE