Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi guftugoyên siyasî û zagonî bi dawî bû 2019-12-11 15:58:51   KOBANÊ - Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşma "Komxebata siyasî li Kobanê tenê bi yekîtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe" di roja xwe ya yekem de bi dawî bû.    Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşma "Komxebeta siyasî li Kobanê tenê bi yekîtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe" bi armanca lêkolîn û nîqaşkirina rastiya Kurd a di hemû waran de û rewşa Kurd a berê şoreşa Rojava û piştî şoreşê, bi guftugoyên siyasî û zagonî di roja yekem de bi dawî bû.   'Li welatê me bi destê desthiladaran çîn tên avakirin'   Musa Kino, Gêlo Îsa û Bekir Hecî Îsa  di komxebatê de li ser rewşa siyasî û zagonsaziya herêmê wiha nêrînên xwe parve kirin: "Bi salane ku di herêmên me de şer û pevçûn didomin. Di destpêka salên 2014'an de me li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerekî dîrokî da meşandin. Piştî têkçûna DAIŞ’ê û şûnde di sala 2018'an de dewleta tirk bi hevkariya çeteyên OSO û DAIŞ'ek nû êrîşî herêma Efrînê kirin û herî dawî jî di 9’ê cotmehê de êrîşî bajarê Serêkanî û Girê Sipî kirin. Di encama van êrîşan de rewşa herêmê her ku diçe xirab dibe û em weke partiyên siyasî û rewşenbîrên van herêman nikarin zagonên bingehîn yên sazkirina civakê bi awayekî baş bi rê ve bibin. Bi salane ku li Kurdistanê bi destê dagirkeran çînên serdest û bindest têne ava kirin. Bê guman wê li dijî van çînan şoreş çêbibin û gelê mazlum wê têkoşîna serketinê bide. Li beranberî van desthiladariyan, beriya her tiştî pêwist e ku em partiyên siyasî yên kurdan bibin yek. Çawa ku em li vê herêmê hemû gelên li herêmê bûne yek pêwîst e ku em partiyên siyasî jî wisa yekbûnekî bidin avakirin."   'Xala herî girîng ji me rewşenbîran re welatparêzî ye'   Azad Ararat, Kurdo Hesen û Fewziye Ebdî di derbarê rewşên ku li herêmê didomin û zagonsaziyê de wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Beriya her tiştî pêwîst e em partiyên siyasî û rewşenbîrên herêmê bibin alîkarên herî baş ji QSD’ê re. Gelekî ku artêşa wî ya xwecihî tune be wê ew gel nikaribe hebûna xwe biparêze. Ger îro em li van herêman dikarin behsa hebûna Kurd û civaka demokratîk bikin, bê guman ev jî bi saya artêşa me YPJ/YPG'ê û QSD’ê ye. Şervanên me yên di van artêşan de hemû zarokên me ne, yanî em hemû QSD'ê û YPJ’e ne. Şerê ku îro li herêmên me didomin bê guman ne tenê şerên çekdarî ne. Yekem armanca van şeran guherîna demografiya heremê ye. Bajarên ku niha ketine bin dagirkeriya dewleta tirk hemû malbatên çeteyan ji deverên din anîne û li bajarên me bi cih kirin û gelên xwecihî jî li herêmê bi awayekî koçber jiyana xwe didomînin."   Komxebat bi nîqaşên siyasî ji aliyê siyasetmedar û rewşenbîran ve di roja yekemîn de bi dawî bû. Tê payîn sibe di roja duyemîn a komxebatê de berdewamiya rewşa siyasî û rewşa zagonî were nîqaşkirin.