Şandeyek KNK’ê serdana yekîtiya jinan kir 2019-12-11 15:44:07   SILÊMANÎ - Şandeyek ji kongreya neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li gel yekitiya jinan li bajarê Silêmaniyê civiya. Di dema serdanê de behsa girîngiya rola jinan di pêkhatina yekîtiya neteweyî de hat kirin.   Îro şandeyek KNK’ê serdana yekitiya jinan li hola Tewarî ya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê kir. Şande ji aliyê Kafiye Silêman sekretere yekitiya jinan ve hat pêşwazîkirin. Behsa giringiya rola jinê di yekitiya netewî de hate kirin.   Cîgira hevserokatiya KNK’ê Şehal Xefîd daxuyaniyek ji çapemeniyê da  û got; “Guftugoyên me yên bi rêxistinên jinan re ji bo em hêz û hebûna xwe bikin yek û girîng e. Yekîtiya Jinan jî ji bo yekîtiya neteweyî heman tiştî difikire. Biryara me her du aliyan ew e ku em ji bo lidarxistina kongreya neteweyî kar bikin.”   Sekretera Yekîtiya Jinan Kinêr Abdula jî axivî. Kinêrê da zanîn ku xebata ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê, xebatek bîr û baweriya hemû Kurd û rêxistinan e. Kinêrê diyar kir ku ji bo vê di guftugoyan de mekanîzmeyên cuda û berfireh ji bo bidestxistina armancên hevbeş hate guftugokirin.