Rapora CPJ'ê ya 2019'an: Herî zêde rojnameger li Tirkiyeyê û Çînê girtî ne 2019-12-11 14:22:19     HABER MERKEZİ - Komîtya Parastina Rojanamegeran di rapora xwe ya 2019'an de ya derbarbarê binpêkirina mafên Rojnamegeran ku aşkera kir de diyar kir ku herî zêde li Tirkiye û Çînê rojnameger girtî ne.   Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di rapora xwe ya 2019'an de ya derbarbarê binpêkirina mafên Rojnamegeran ku aşkera kir de diyar kir ku herî zêde li Tirkiye û Çînê rojnameger girtî ne. Li gorî rêxistinên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê hejmara rojnamevanên girtî di ser 100 kesî re ye. Di raporê de hate ragihandin ku li tevahiya dinyayê di sala 2019'an de herî kêm 250 rojnamevan girtî ne. Di raporê de hate gotin, "Piştî Çîn, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misrê di mijara girtina rojnamevanan de Erître, Vîetnam û Îran di rêzên destpêkê yên piştî wan welatan de ne."   Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin, "Çînê zextên xwe yên li ser çapemeniyê zêde kir li Tirkiyeyê ku hema bêjin nûçegihaniya serbixwe bi temamî tune bûye hin rojnamevan bi biryara ku li benda bidawîbûna dozê yan jî temyîzê bimînin hatin berdan. Di sala 2019'an de hejmara rojnamevanên ji ber pîşeyên xwe hatin girtin derdora 250 kes in ku di asta rekorê de ye. Ji ber otorîterîzm, bêaramî û xwepêşandanên şermezarkirinê li Rojhilata Navîn hejmara rojnamevanên girtî zêde bû, bi taybetî li Misir û Erebistana Siûdî ku di mijara girtina rojnamevanan de di rêza sêyemîn de ne."   Li gorî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad 139 û li gorî TGS'ê jî 118 rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne.