HDP: Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan 2019-12-11 13:53:38   MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbarê binçavkirinên serê sibehê yên li Mêrdînê de daxuyanî da û diyar kir ku kesên hatine binçavkirin bila demildest bên berdan.   Serê sibehê tevî Seroka Şaxa Odeya Tabîbên Mêrdînê Derya Etem 8 kes hatin binçavkirin. Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbarê binçavkirinên serê sibehê yên li Mêrdînê de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP'ê hat dayin de hat xwestin ku kesên hatine binçavkirin bila demildest bên berdan.   'Binçavkirinên ku tên kirin ne hiqûqî ne'   Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak axivî. Eylemê got:"Sedema binçavkirinan biryara bloka AKP-MHP'ê ye. Binçavkirinên ku tên kirin ne hiqûqî ne. Vê serê sibehê dîsa me çavên xwe bi operasyonên binçavkirinê vekir. Bi vê yekê dixwazin îradeya me biçewisînin. Lê ew ê negihêjin armanca xwe."   Eylemê da zanîn ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û banga berdana kesên hatine binçavkirin, kir.